9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeteke Başûr ji bo çareseriyê çû Bexdayê

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên di navberan wan de ji başûrê Kurdistanê heyetek çû Bexdayê.

Di navbera Hikûmeta başûrê Kurdistanê û Iraqê de gelek pirsgirêk hene û li şûna çareserkirinê ev pirsgirêk her roj kûrtir dibin. Bi armanca van pirsgirêkan ji başûrê Kurdistanê heyetek çû Bexdayê.

Ofîsa Medya û Agahdarkirinê ya Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, der barê mijarê de daxujyaniyek da û ev agahî parve kirin: “Armanca serdana şandeyê guftûgokirina dosyaya xala 140’an, neft, gaz û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ya di qanûna budçeyê de ye. Her bwiha wê behsa mafên darayî yên pêşmergeyan jî were kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema borî de jî şandeya Hikûmeta Herêmê ji bo çareserkirina heman pirsgirêkan çûbû serdana Bexdayê lê pirsgirêk nehatibûn çareserkirin.