18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk li Kobanê zarokek birîndar kir

Tirkiyeyê careke din êrîşî Kobanê kir û bombe li taxa Kurdan a li rojhilatê Kobanê barand û zarokek birîndar kir.

Di çarçoveya êrîşên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin de artêşa tirk careke din Kobanê kir hedef. Artêşa tirk bombe li taxa Kurdan a li rojhilatê Kobanê barand. Di êrîşê de zarokê bi navê Mecdar Mihemed a 12 salî birîndar bû. Zaroka birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha artêşa tirk saet di 14:00 de bombe li gundê Zormixar û gundikê Ehmed Munir ên li rojavayê Kobanê jî barand. Têkildarî êrîşê agahiyên berfirehtir bi dest neketin.

Êrîşî Minbicê jî kir

Di heman demê de gundên Seyda û Yalanlî yên li rojavayê Minbicê jî bi obusan hatin bombebarankirin. Hate ragihandin ku êrîş ji baregeha dewleta tirk a li gundê Şêx Nasir ê li başûrê Cerablûsê hatiye kirin.