4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya AKP’ê li şûna cenazeyan tiryakê veguhestiye!

Di wesayîta cenazeyan a Şaredariya AKP’ê ya navçeya Yuregîrê de 5 kîlo û 810 gram tiryak hat desteserkirin.

Li Edenê, di wesayîta veguhestina cenazeyan a Şaredariya AKP’ê ya navçeya Yuregîrê de di nav 4 darbestan de 5 kîlo û 810 gram tiryak hat desteserkirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, Amirtiya Buroya Operasyon û Lêpirsînan a Şaxa Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya Edeneyê, di 21’ê mijdara 2021’an de li ser îxbara ku dê wesayîta veguhestina cenazeyan a Şaredariya Yuregîrê ya bi plakaya 01 ADT 406 gelek tiryakê bîne, operasyon kiriye.

Di operasyonê de wesayîta ku plaqeya we hatiye dayîn li navçeya Ceyhanê di ketina rêbeja D-400’ê ya hatiye dîtin û polîsan dest bi şopandinê kiriye. Polîs wesayîtê li Noqteya Polîsan a Çîmentoyê daye sekinandin û dest bi lêgerînê kirin. Di lêgerînê de polîsan di nav 4 darbestan de sê pakêtên tiryakê desteser kirine.

Tiryakê bi kar tîne

Li ser vê yekê ajokar hatiye binçavkirin û di îfadeya xwe de diyar kiriye ku tiryakê bi kar tîne û tiryaka hatiye dîtin jî ji xwe re biriye. Her wiha ajokar, destnîşan kiriye ku di nava mehekê de ji tiryakfiroşên ku nas nake 850 gram tiryakê kiriye û beşekê wê bi kar aniye. Para din jî polîsan li mala ajokar desteser kirine.

Doz didome

Ajokar hatiye girtin û der barê wî de bi sedema “bazirganiya tiryakê” dozname hatiye amadekirin û hatiye xwestin ku cezayê hefsê yê ji 10 salan ne kêmtir lê were birîn. Di doznameyê de hatiye gotin ku di wesayîtê de 5 kîlo û 810 gram tiryak hatiye desteserkirin. Doza ajokar berdewam dike û hat zanîn ku ji Şaredariyê dawî li karê wî aniye.