Di vê pêvajoya ku li Îranê li dijî rejîmê serhildan hene û bi vê hincetê rejîm êrîşî navend û bargehên partiytên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê dike de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diçe serdanan Îranê.
Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kiriye çavkaniyeke jim Hikûmeta Iraqê ragihandiye ku bi vexwendina fermî wê sibê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Îranê bike û li Tehranê bi rayedarên Îranê re hevdîtinan bike.
Heman çavkanî, ragihandiye ku wê Sûdanî di serdana xwe de peywendiyên di navbera her du welatan de; aborî, enerjî, ewlehî û parastina sînorê bi rayedarên Îranê guftûgo bike.
Ev serdana yekemîn a derveyî welat a Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ye.