8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk Til Temirê topebaran kir

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê hêzên Tirkiye gundên Şêx Elî, Gozeliyê û Qubûr el-Qeracîne ên navçeya Til Temirê yê  bakur û rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Artêşa tirk tevî kareseta mezin a erdhejê û wêraniya bi xwe re anî bênavber êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam kirin. Artêşa tirk bi balafirên bêmirov êrîşên esamî pêk tîne her wiha bi alîkariya komên çekdar ên girêdayî xwe gund û bajarên deverê topbaran dike.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva borî hêzên Tirkiye gundên Gozeliyê, Şêx Elî û Qubûr el-Qeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin, lê heta niha der barê zirar û ziyanên vê topebaranê bi raya giştî re nehatiye parvekirin.