3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ateş ê 33 salan girtî ma, serbest berdan

Kazim Ateş piştî 33 salan girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê serbest hat berdan. Malbatê Ateş bi gul û çîçekan pêşwazî kir

Kazim Ateş ê 60 salî ku 33 salin girtî ye, îro ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê serbest hat berdan. Kazim Ateş di 27’ê mijdara 1980’ê de li Êlihê hat binçavkirin. Ateş, li 7’emîn Dadgeha Leşkerî ya Şaxa Artêşê ya Amedê hat darizandin. 39 caran cezayê darvekirinê li Ateş birin. Ateş wê deme ji ber temenê wî 17 salî bû, cezayê wî daxistin 24 salan. Ateş, şandin Zindana Amedê ku di nava 10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê de cih digire. Ateş 8 salan di yek hücreyê de girtî ma. Ateş dema li Zindana Amedê ma ji aliyê Fermandarê leşkeri Esat Oktay Yıldıran ve rastî îşkenceya giran hat. Ateş di sala 1988’an de şandin Girtîgeha Eskîşehîrê. Ateş, piştre şandin girtîgeha Aytinê. Di serdema Turgut Ozal de ji nüve hat darizandin û cezayê wî daxistin 11 salan û di sala 1991’an de hat berdan. Ateş di Hezîrana 1993’an de dîsa hat binçavkirin û girtin û DGM’ê 18 sal cezayê girtîgehê li Ateş birî. Ateş vê carê 12 salan girtî ma û sirgûnî girtîgehên Bursa, Aydin û Elbistanê girtî ma. Vê carê di sala, 2004’an de dîsa serbest hat berdan.

Ateş di sala 2007’an de bi hinceta infaza wî şewitî ye ji nüve hat girtin. Vê carê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê girtî ma. Di sala 2009’an de vê carê gotin “Bibore şaşî çêbûye” û dîsa serbest berhdan.

Ji bo 2 sal ceza 8 salan girtî ma

Ateş herî dawî di 2015’an de li navçeya Sazon a Êlihê tevî 26 kesên hilbijêr dîsa hat girtin. Vê carê dadgehê bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye 7 sal cezayê girtîgehê li Ateş birî. Ateş diviya bû di 16’ê hezîranê de bihata berdan, lê ji ber poşmanî qebûl nekir nehat berdan. Ateş ku heta niha 33 salan girtî ma, îro serbest hat berdan. Malbatê li pêş girtîgehê ew bi gul û çîçekan ew pêşwazî kir.