27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zextên rejîma Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne

Zextên rejîma Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di nava meha borî de 85 Kurd hatine binçavkirin

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava çend rojên borî de herî kêm 7 çalakvan û welatiyên Kurd yên bi navê Hêro Qedîm, Ehmed Mueziz, Umêd Tutî, Qadir Fethulahî, Tahîr Sultanî, Hesen Çekoç û Hisên Çekoç li bajarên Seqiz, Bokan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Heya niha nayê zanîn welatiyên hatine binçavkirin, li kuderê têne ragirtin.

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê tenê di Tebaxa 2023’yan de herî kêm 85 çalakvan û welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin.