10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî Amedsporê helwesteke nû ya cihêkariyê

Di maça Amedspor û Duzcesporê de futbolvanekî Duzcesporê li sehayê birîndar bû. Ketina tîma sedyeyê ya Amedsporê bi hinceta qanûna bi hejmara 6222 salekê hate qedexekirin

Amedspor di 10’ê îlonê de li Stadyûma Amedsporê bi Duzcesporê re lîst. Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir. Li hemberî Amedsporê ku ev 7 sal in bi qedexeya alîgiran re rû bi rû ye helwesteke nû ya cihêkariyê hat zêdekirin. Miduriyeta Polîsan a Amedê bi hinceta qanûna bi hejmara 6222’yan ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê qedexe kir.

Komeleya alîgiran ragihand

Komeleya Alîgiran a Amedsporê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya têkildarî bûyerê de agahî hate dayîn de wiha hate gotin: “Piştî ku futbolvanê Duzcesporê xwe berda erdê, dema tîma sedyeyê futbolvan li ser sedyeyê bi cih kir, futbolvan lingê xwe hejand. Pişt re hakem hat û qertê zer da futbolvanî. Tîma sedyeyê karê xwe domandiye, futbolvan bi sedyeyê derxistiye derveyî sehayê û vegeriyayeye cihê wî. Bûyera di şahidiniya 20 hezar alîgirên li stadyûmê, rayedarên TFF’ê, rêveberên tîmê û çavdêrvanan qewimî TFF’ê jî bi awayekî fermî cezayek nedaye, Miduriyeta Polîsan a Amedê ji tîma sedyeyê re cezayê ketina sehayê birî ye.”

‘Em li cem tîma sedyeyê ne’

Komeleya Alîgiran a Amedsporê anîn ziman ku helwesta miduriyeta polîsan qebûl nakin û bal kişandin ser helwesta miduriyeta polîsan û wiha got: “Em vê helwestê qebûl nakin û dixwazin ji vê biryarê vegerin. Em diyar dikin ku em ê bi rêveberiya kuluba xwe re bin û bibin şopdarên rewşê. Em li cem tîma sedyeyê ne.”

Dê biçe îfadeyê bide

Hate diyarkirin ku yek ji kesên di tîma tenduristiyê ya Amedsporê de dixebite îro çûye Miduriyeta Polîsan a Amedê û dê îfadeyê bide.