7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ATK’ê got ‘wergêrê kurdî tune ye’ û guh neda çîroka Ozerê

Makbule Ozer (80) ku di 9’ê gulanê de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin, çendî nexweş e jî nayê berdan. Ozer a di Girtîgeha Wanê de ye, herî dawî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. Li gorî agahiyên ku parêzer Dîlan Kûnt ragihandine, ATK’ê bi hinceta ku “wergêrê kurdî tune ye” guh li giliyên Ozerê nekiriye. Kûntê ragihand ku ATK’ê ji Ozerê re gotiye, “Jixwe li ber destê me rapor heye. Ne hewce ye tu tiştekî bibêjî.” Her wiha Kûntê da zanîn ku dê ATK rapora derbarê Ozerê de hefteya bê aşkera bike. Piştî biryara ATK’ê girtiya nexweş Ozer cardin sewqî Girtîgeha Wanê hat kirin.
Kûnt a ku çû girtîgehê cem Ozerê, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Makbûle Ozer her diçe xirabtir dibe. Kûnt got: “Makbûle Ozer got êşên min zêde bûne, laşê min şîn bûye û êdî naxwazim li vir bimînin.'”
Kûnt da zanîn ku dê derbarê tenduristiya Makbûle Ozerê de raporeke berfireh amade bikin û bi çapemeniyê re parve bikin.