5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya Na’yê pirtûka Doktor Jîjo çap kir

Weşanxaneya Na’yê ji bo zarokan pirtûka bi navê “Doktor Jîjo” çap kir. Nivîskarê pirtûka “Doktor Jîjo” Siya Sîtav e. Merve Tunç jî ji bo pirtûkê wêneyên taybet çêkiriye. Pirtûk ji bo zarokên 4 salî heya 6 saliyan hatiye amadekirin.

Wek ku tê zanîn gelek zarok naxwazin herin doktor û ji nexweşxane û doktoran ditirsin. Çîroka Doktor Jîjo li ser mijara çûyîna doktor hatiye nivîsîn. Di “Doktor Jîjo” de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be hatiye nivîsîn. Di çîrokê de ne ku tirs tuneye, tirs jî heye lê çareseriya vê tirsê jî heye. Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Dema pirtûkek ji bo zarokan bê nivîsîn hewceye ku li gor hin pîvanan bê amadekirin. Ev hersê pîvanên li jêr wek bingaha wêjeya zarokan tên dîtin. Divê pirtûk li gor têgihiştina zarokan be,  perspektîfa zarokan girîng e û divê perspektîfa nivîsê li gor feraset û dinyaya zarokan be.

Ev her sê têgeh tên vê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne gere bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne. “Doktor Jîjo” jî li gor van esasan; bi têgihiştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya wan hatiye nivîsîn. Li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin. Ji xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina qalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye kirin.