19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hesekê pêşangeha wêneyan hat vekirin

Tevgera Hilala Zêrîn a kantona Hesekê bi koordîneya Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê pêşengehek  folklorî li navenda Hilala Zêrîn a li taxa Nasra ya bajarê Hesekê vekir. Pêşangeh bi armanca pêşxistna xebatê hunerî û çandî hat vekirin. Deriyê pêşengehê ji aliyê Xezala Silêman dayika Şehîd Bengîn û Hoazan ve hat vekirin.

Di vekirina pêşengehê de Rêveberiya Hilala Zêrîn a Kantona Hesekê Yasmîn Xelîl da zanîn ku çand yek ji lingê bingehîn ê hebûna gelan e û wiha got: “Di Hilala Zêrîn de me 12 jê zarok û 10 jê ciwanan fêrî wênesaziyê kir. Mamosteyên pispor yên wênesaziyê perwerde didan. Bi vî rengî şagirtan gavek pir girîng avêtin û wêneyên pir xweş yên girêdayî çandê xêzkirin. Lewma me ev pêşangeh vekir da ku her kes berhemên nifşên nû bibînin. Êrîşên ku li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên kirin bi armanca tunekirina çanda gelen e. Lê em bi israr in ku em ê çanda xwe ji pişaftinê biparêzin.”

“Em bi çanda xwe hene”

Rêvberiya Komîteya Çandê a Kantona Hesekê Efaf Hesekê jî di pêşengehê de axivî û diyar kir ku wênesaz bi rêya wêneyên xwe berxwedanî û rastiya ku îro tê jiyankirin tînin ziman û wiha pê de çû: “Ev wêne wekî nameyekê ye û wê di dîrokê de bibe şahidê van rojên ku îro em jiyan dikin. Şagirt bi rêya wêneyên xwe rastiya jinên kurd, cil û bergên wê nîşan didin ev yek gavek pîroz û serkeftî ye ku em bikaribin folklora xwe zindî bikin û biparêzin. Êrîşên ku dewleta tirk li ser herêmê pêk tîne êrîşekî li dijî nirx, çand û dîroka vê civakê ye lewma em bi israr in û em her dibêjin em bi çanda xwe hene û kes nikare hebûna me tune bike.”

Bawernameyê serkeftinê ji aliyê wênesaz Canda Ebid El- Qadir û rêvberiya Komîteya Çandê a kantone hesekê Efaf Hesekê ve li şagirtan hat belavkirin.

Pêşengeh dê du rojan bidome.