21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her derd bi pereyan derman nabe!

Li bakurê Kurdistanê du qezayên mezin ên trafîqê pêk hatin. Desthilata AKP-MHP’ê bi salan e bi çêkirina rêyan propagandaya xwe dike. Angaşt dike ku bi rêyên  çêkiriye rêjeya qezayên trafîqê li Tirkiyeyê kêm kiriye. Lê rastiya vê yekê berovajî angaştên desthilata AKP-MHP’ê ne.

Lewre her roj li Tirkiyeyê li ser rêyên ku AKP-MHP dibêjin wan çêkiriye qezayên trafîqê pêk tên. Di van qezayan de bi sedan welatî birîndar dibin û bi dehan welatî jî jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku di her warî de cihêkarî li kurdan tê kirin, li bakurê Kurdistanê berovajiyê propgandayên AKP-MHP’ê rê de rewşeke gelek xerab de ne. Heta li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ji ber tunebûna rêyan wesayîtên giran di nav bajaran re derbas dibin. Ev jî dibe sedem ku qezayên trafîqê yên encamên wan giran pêk bên.

Propaganda vala derketin

Herî dawî di nav hefteyê de di heman rojê de li bajarên bakurê Kurdistanê Dîlok û Mêrdînê qezayên mezin ên trafîqê pêk hatin. Bi van qezayan careke din propagandayên AKP-MHP’ê yên çêkirina rêyan vala derketin. Li her du bajaran jî qeza li ser hev pêk hatin. Ji ber negirtina bergiriyan qeza di nav çend deqeyan de li ser hev pêk hatin. Di her du qezayan de 37 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Hewla veşartina rastiya qezayan

Li Dîlokê otobuseke fîrmayeke Amedê li ambûlans, wesayîteke weşana zindî û gelek wesayîtên din qelibî. Di qezayê de rojnameger û kedkarên tenduristiyê jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî du TIR’ên Holdînga bi navê Cengîz a nêzî AKP’ê ku ji aliyê muxalefeta Tirkiyeyê ve bi çetebûnê tê sûcdarkirin qeza kirin. Her du TIR li navenda navçeyê li gelek welatî û wesayîtan qelibîn û komkujiyeke mezin pêk anîn. Di qezayê de gelek welatî birîndar bûn û 21 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Weke her bûyerên ku li bakurê Kurdistanê pêk tên, di van qezayan de jî desthilata AKP-MHP’ê ket nav hewldanên veşartina rastiya qezayan û ji berpirsyariya xwe reviya. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, berî ku cenazeyên qurbaniyên bên veşartin ji bo malbatên qurbaniyan qala pereyan kir û angaşt kir ku wê mîqdarek pere bidin xizmên qurbaniyan. Ev hewldana Erdogan bû sedeme bertekan.

Bi pereyan ser êşê nayê girtin

Di serî de xizmên qurbaniyan û rayedarên HDP’ê bertek nîşanî van daxuyaniyên Erdogan dan. Xizmên qurbaniyan gotin ku bi pereyan ser êşê nayê girtin û armanca pere dayînê bêdengkirina wan e. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar ku hat Dêrikê û gelek parlamenterên HDP’ê bi rojan li navçeyê serdanên malbatên qurbaniyan kirin û gotin ku li navçeyê cînayet pêk hatiye. Her wiha hat xwestin ku hesab ji Holdînga Cengîz bê pirsîn.