spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîrên Cebhet El Nusra li Tirkiyê zanîngehê dixwînin

Li gorî nûçeyeke rojnameya El Nahar a libnanî hin mîrê Cebhet El Nusra li Tirkiyeyê zanîngehê dixwînin. Beşê Tirkliye yê zanîngeha Al Imam Al-Ouzai ya libnanî lîsteya encamên azmûnên sala 2021-2022 dan xuyakirin. Di wan lîsteyan de navê hin mîrên Cebhet El Nusra hebûn, ku qaşo dewleta tirk wan wekî rêxistineke terorîst dibîne.  Di lîsteya navan de navê mîrê Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) endamê meclisa Şûrayê Abdulrehîm Muhemed Atûn (Ebû Abdulah El Şamî) û mîreke din ê bi navê Mislih Muhemed El Ilyanî yê ku di sala 2017 an de dîsa vegeriyabû hemnbêza Cebhet El Nusra.

Her wiha navê rêveberê El Nusra Mazhar Abdurehman El Weys yê ku nêzî serokê El Nusra Muhemed El Colanî ye jî hebû.

Hêjayî gotinê ye ku Heyet Tehrîrî El Şam bandora xwe li ser Idlib û hin gundewarên Heleb, Laziqiye û Hemayê jî heye.  Tirkiye di sala 2018’an de Heyet Tehrîr El Şam ku berê bi navê Cebhet el Nusra dihate naskirin, xistibû nava lîsteya xwe ya rêxistinên terorê.