5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muqteda El Sedir xwe ji siyasetê vekişand

Serokê Şepêla El Sedir, Muqteda El Sedir li ser malpera xwe ya dijîtal peyamek wişand û tê de wiha got: “Min berê jî gotibû ku ez mudaxeleyî siyasetê nabin, niha jî dibêjim min bi carekê re dest ji siyasetê berda.”

El Sedir di daxuyaniya xwe de dibêje ku ew dê hemû sazî û dezgehên girêdayî şepêla El Sedir bigirin ji bilî merqeda bavê wî, muze û saziya mîrateya El sedir.

Hêjayî gotinê ye ku Sedir beriya 2 rojan bang li hemû partiyên siyasî yên ku piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyin û heta niha li ser desthilatdariyê ne kiribû ku dest ji peywirên xwe berdin.

Ji aliyekî din ve ji beriya mehekê û heta niha alîgirên El Sedir li parlamentoya Iraqê çalakiya rûniştinê berdewam dikin.  Her wiha El Sedir tev li civîna li ser banga serokwezîr Mustefa El Kazimî jî nebû.