6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ax û dayik

Carna bûyerên wisa dijwar çêdibin ku mirov șaș û matmayî dihêlin, mirov dibêje ew qas heqaret ew qas zilm ew qas bêedaletiyê divê Xweda qebûl neke. Ger Xweda qebûl bike divê xweza qebûl neke. Xweza qebûl bike, gerek însan qebûl neke.

Em cara dibêjin êdî çima dinya xirab nabe? Min di van rojan de çend caran got, ‘Ey xweda tu dibînî çima deng nakî?’ Ey xweza tu dizivirî, tim xwe nû dikî xwe bi xwe guherîn û nûkirinê tînî. Bi bayê paqijîyê re her tiștekî ku layîq be dișînî wir. Tenê te ji bo kurdan xwe newestand, hesirê dê û xwișkên me bûne çem, bûne lehî, te tiștek negot. Te ji bo karxezaleke Mûşê ku li ser kezeba xwe her du çavan çem û lehî barand te tiștek negot. Cîgera dayikê șewitî yek dilopek av venexwar, dil û cegera hew li ber xwe da. Dayika Filîz piștî 24 rojan li qeșengê xwe Mîr bû mêvan.

Ey Xweda te hindik siltan û saltanat hineweșand. Ey xweza te Firewnan Ședadan serserkî welgerandiye? Dinya pîr û qedîm șahid e. Di dîroka nêz de te Mûsolînî neșand?.. Te Hîtler neșand?..Te Sedam neșand?…Ey xweza tu dizivirî û diguherî, xwe nû dikî dîsa bayê paqijîye li ser singa xwe rake, mazlûman ji zalima rizgar bike. Êdî bes e ey xweza! Êdî bes e ey Xweda!

Bûyerên zor ên ku însan bi hev ve nahêle carna li ser kesekî carna li ser civakekî carna li ser axekî carna jî li ser her sêyan bi hevre xwe dide der. Komkujiya Parîsê ya ku Evîn Goyî, Abdurahman Kizil û Mîr Perwer hatin kuştin bûyereke rastiya kurdan û axa wan e. Kurd li ser axa xwe nasitirin û herin ku derê dinyayê kujer li pey wan in.

Ez dibêjim ax û dayik dișibin hev. Heke dayikên me tunebûna em jî çênedibûn. Heke axa me nebûya di serî de dayika me û em jî çênedibûn. Ma em ê li hewa çêbibûna! Ji bo însan bikaribe bijî ax pêwist e. Heyînên ku însanan xwedî dikin hemû li ser axê çêdibin û însan pê dijîn. Dayikên kurdan ji axeke birîndar çêbûne ji axeke dîl! Loma wisa êșê dikșînin ku heta êș wan dikuje. Weke ku êșê dayika Mîr kușt. Di dinyayê de mînak pir in. Jinên azad axên azad diafirînin. Axên azad jî jinên azad û dayikên bextewar diafirînin.

An na! Erê teqez wisa ye. Axa me û dayikên me mîna hev birîndar in. Dayîka Mir, piștî Mîr 24 roja li ber xwe da derdê cegerê ew kușt. Weke hezaran, weke bi sed hezaran dayikên kurd. Bijîșkên ku birînên dayikên kurd bașbikin hê tune ne. Her çi bijîșkên xwe cerbandin mixabin dermanê birînên wan lê neanîn pêwist e ku berê pêșîn axa wan bê dermankirin ku ax baș bû dayik jî baş bibin, zarokên wan jî pê re baş bibin. Û mafê jiyanê bi dest bixin.