18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Anthony Blinken bi Mahmûd Abas re hevdîtin kir

Anthony Blinken piştî hevdîtina xwe ya li Ramalahê bi Serokê Filistînê Mahmûd Ebas re ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden girêdayî fikra çareseriya bi riya avakirina du dewletan e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken piştî hevdîtina xwe ya li Ramalahê bi Serokê Filistînê Mahmûd Abas re ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden girêdayî fikra çareseriya bi riya avakirina du dewletan e.

Blinken got, “Amerîka li dijî her gavên ku çareseriya du dewletan têk bibe, yên wekî berfirehkirina niştecihan û hilweşandina xaniyan, li ber xwe dide.”

Blinken wiha dewam kir û got: “Em gavên yekalî yên ku çareseriya dudewletî dûr dixin, qebûl nakin.”

Der barê aloziya vê dema dawî di navbera Filistîn û Israîlê de Blinken baga kêmkirina rageşiyê kir û wiha got: “pêdivî bi avêtina gavên ji bo kêmkirina aloziyê heye û asoya hêviyê ji bo Filistîniyan her ku diçe kêm dibe û divê guhertin çêbibe.”

Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em teqez bikin ku rageşiya di navbera Filistîn û Îsraîlê de ji holê rabe. ”

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo kuştina filistîniyên bêguneh di çend rojên borî de,  xemgîniya xwe nîşan û daxuyaniya xwe wiha domand û got: “Amerîka dixwaze têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser û gelê Filistînê re xurt bike” her wiha niyeta Washingtonê ya ji bo “vekirina balyozxaneya Amerîkayê li Qudsa Rojhilat” aşkera kir.

Blinken her wiha soza alîkariya 50 milyon dolar da Rêveberiya Xweser a Filistînê û aşkera kir ku lihevkirinek ji bo pêşkêşkirina xizmetên înternetê yên nifşê çaremîn ji bo filistîniyan hatiye kirin.

Blinken: Em rê nedin nukleera Îranê

Li ser dosyaya Îranê, Blinken got: “Amerîka û Îsraîl bi biryar in ku nehêlin Îranê bigihîje çeka atomî.” Wî diyar kir ku wî di gera xwe ya Rojhilata Navîn de “Tevgerên Îranê yên ku aramiya herêmê têk dibin” gotûbêj kiriye. Her wiha nerazîbûna Amerîkayê ya ji dan û standinên di navbera Rûsya û Îranê de anî ziman.

Hêjayî gotinê ye ku roja sêşemê piştî nîvro, beriya hevdîtina bi Blinken re, Mahmûd Abas li Ramalahê bi rêvebirên îstîxbarata Misrê Abbas Kamel û yê Urdunê Ahmed Hatouqai re hevdîtin kir.