7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lûtkeya Ukrayna û YE’yê li Kîevê pêk tê

Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmyhal wiha got: "Ji dijminan re: ev nîşana bêwatebûna hewldanên wan ên ji bo parçekirina rêzên hevpeymaniya piştgirîya bi Ukraynayê re ye."

Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmyhal, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku lûtkeya di navbera Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê de dê piştî 2 rojan were lidarxistin. Piştî lûtkeya roja înê were lidarxistin, roja piştî wê jî dê “şêwirên hikûmetê” di navbera Ukrayna û Komîsyona Welatên Ewropayê de pêk were.

Shmyhal di civîneke hikûmetê de got ku”Lidarxistina vê lûtkeyê li Kîevê peyameke xurt dide hevkar û dijminan” û wiha berdewam kir: “Hêvî dikim ku ji lûtkeyê nirxandineke erênî ya hewldanên me yên ji bo pêkvejiyana bi Ewropayê re, were kirin.”

Shmyhal bawer dike ku danûstandinên wezîran ên roja pêncşemê û lûtkeya ku ji bo Înê hatî plankirin divê rê bidin ku “Ewropayê bi serkeftina Ukraynayê bawer bike” û “piştgiriya tevgera me ya bilez a ber bi endametiya Yekîtiya Ewropayê ve bike.”

Serokwezîr her wiha got: “Ji dijminan re: ev nîşana bêwatebûna hewldanên wan ên ji bo parçekirina rêzên hevpeymaniya piştgirîya bi Ukraynayê re ye.”

Hêjayî gotinê ye ku di nav hincetên ku Rûsya ji bo dagîrkirina cîranê xwe nîşan dide, îhtîmala endambûna Ukraynayê di NATO’yê de ye û ji ber wê jî metirsiya tevgerek bi vî rengî li ser ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê li ber çavên Moskowê ye.

Shmyhal  der barê daxwazên Ukrayna yên ji Yekitiya Ewropayê wiha got:”Em dixwazin nexşeyeke rê ya bi hûrgilî li ser çawaniya ku em ê rêya entegrasyona Ewropayê bi lez û bez derbas bikin, amade bikin.” Her wiha bal kişand ser girîngiya gihandina welatê xwe ji bo bazara aborî ya Ewropayê, ji ber ku êrîşên Rûsyayê zirareke mezin daye aboriya Ukraynayê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ukraynayê di dawiya hezîrana 2022’an de statûya berendamek fermî ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê bi dest xistibû, lê piştî wê bi 4 mehan êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê dest pê kiribû. Lê pêvajoya endambûna Ukraynayê ji bo Yekîtiya Ewropayê dikare bi salan bidome.