3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Axiverên zimanê xwe, afirînerên gotinên xwe

Ger em teza Spivak ji çarçoveya zimanê kurdî wek zimanê dayikê ve û wek zimaneke tê pişaftin binirxînin, pirsa “gelo bindest dikare biaxive?” hîn tevlîhevtir dibe. Lewre di vir de ne tenê derfeta axaftinê di heman demê de amûrê axaftinê “ziman” jî ji bindest tê girtin.

“Gelo bindest dikare biaxive?” (Can The Subaltern Speak?) xebateke girîng a teorîsyena postkolonyal Gayatri Chakravorty Spivak e. Ev xebat yekem car di sala 1985‘an de hat çapkirin û ji wê demê ve xwedî bandoreke girîng di warê teoriya postkolonyal û lêkolînên çandî de ye.

Bingehên teza Spivak “Gelo bindest dikare biaxive?” dikare bi kurtî wiha were gotin: Spivak kesên ku li keviya civakê mane ku gelek caran kesên bindest û marjînal in, wek “bindest” bi nav dike. Spivak di xebata xwe de behsa zehmetiyên temsîlkirina bindestiyê di axaftin û pêkhateyên siyasî de dike. Yên ku herî zêde tên bindestkirin, pirî caran xwedî tu rêyên bi bandor nînin ku karibin dengê xwe bilind bikin. Li gorî wê temsîlkirina dengê bindest ji aliyê kesên din (wek rewşenbîr, çalakvan an jî heta hêza kolonyal bi xwe) ve  pirsgirêk e. Lewre bi vî awayî dibe ku nûnertî bi xwe bibe rengekî din ê zordariyê û bindest bi rastî neyê temsîlkirin. Spivak teza xwe di çarçoveya teoriya postkolonyal de digire dest, teoriya postkolonyal bandorên kolonyalîzmê yên li ser civak û çandan analîz dike. Ew bang dike ku bi rexneyî li ser avasaziyên hêzê were fikirin û yên ku herî zêde jê bandor dibin tev li axaftinê bibin. Bi tevayî, xebata Spivak banga naskirina tevliheviyên zordestî û marjînalbûnê dike û  hewl dide ji bo ku em bi awayekî rexneyî li ser bifikirin ka gelo li ser kesên ku ji aliyê dîrokî û civakî ve hatine bindestkirin çawa tên axaftin.

Bindest gelek caran ji aliyê pêkhateyên desthilatdariyê ve tên marjînalîzekirin û ev yek bandorê li ser zimanê wan jî dike. Çanda serdest an jî hêza kolonyal bi gelemperî biryar dide kîjan ziman divê rewa bê hesibandin û ev yek dikare bandorê li şiyana bindest bike ku li ser ezmûnên xwe bi zimanê xwe biaxive.

Di gelek şert û mercên kolonyalîzmê de polîtîkaya ziman wekî amûreke desthilatdariyê tê bikaranîn da ku nasname û çandên bindestan têk bibe. Serdestiya zimanê kolonyal dikare bibe sedem ku kesên bindest xwe bi zimanekî biyanî îfade bikin, ev yek dikare rastî û nuwazeya serpêhatiyên wan kêm bike. Di vê çarçoveyê de pirsa “gelo bindest dikare biaxive?” bi axaftina bi zimanê serdestan bersîva xwe nabîne. Bindestê axiverê zimanê serdest û xerîbê zimanê xwe  ji bindestiya xwe xelas nabe.

Dema ku bindest ji aliyê kesên din ve, bi taybetî ji hêla kesên ji çîna serdest an çanda serdest in, têne temsîl kirin, xetera tehrîbkirin û hêsankirina ezmûnên wan heye. Lewma jî axaftina li ser xwe bi zimanê xwe rê dide ku perspektîfên xwe rastir temsîl bikin.

Axaftina bi zimanê xwe û li ser xwe ne tenê pirsgirêka rastbûna çandî û temsîliyeta xwe ye, di heman demê de kiryarek xweserî û azadbûnê ye. Spîvak dibêje ku kesên bindest ji bo ku nasname û çanda xwe biparêzin divê bêyî navbeynkariya kesên din dengê xwe bilind bikin û tecrubeyên xwe bînin ziman.

Yên bindest bi bikaranîna zimanê xwe dikarin axaftinên alternatîf û dijberên ku di bin bandora desthilatdariya serdest de ne pêş bixin. Ev rê dide wan ku gotinên xwe biafirînin û xwe ji pênasekirina ji hêla kesên din rizgar bikin.

Bi vê mebestê roja 21‘ê Sibatê-Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê li axiverên zimanê dayikê û afirinerên gotinên xwe pîroz be…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê