3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja zimanê dayikê

Zimanê kurdî nasname û sedema hebûna kurdan e. Têkoşîna ji bo azadiya zimanê kurdî wê azadiya gel û welêt bi xwe re bîne. Ne jiyaneke bêzimanê dayikê kurdî ne jî rûmeteke bêzimanê dayikê kurdî dikare kurdan zindî bihêle.

Ji bo her netewekê, her gelekî girîngiya zimanê dayikê bi sedemên hevbeş û yên cuda hene. Sedemên hevbeş, hebûna çand, dîrok, kevneşopî û nirxên jiyanî yên gelekî dikin gel, an netewekê dikin netew e. Ev aliyê ziman ji bo hemû mirov û komemirovan girîng e. Ji bilî vê ji bo her mirov, gel an netewan zimanê dayikê weynê nasname û cihê hebûn û tinebûnê digire, ku bi taybetî komemirovên (gel, netew) ji sedemên mêtingerî, zordarî, bindestkirin û hwd. astengî yan qedexe li ser zimanê dayikê yên wan hatiye danîn û ji ber vê yekê ziman ji bo wan bûye sedemeke hebûn û tinebûnê.

Kurd yek ji van gelan e, ku mêtingeriya dijwar a li ser hatiye ferzkirin, xwestiye êrîşa xwe ya herî xedar li ser zimanê dayikê kurdî bi rê ve bibe û bi vê yekê bigihêje armancên xwe yên tinekirina kurdan.

Ev yek bêguman bi serê gelên din de jî hatiye. Gelê bangladeşî yê berxwedana wan bûye sedema, ku îro li giştiya cîhanê 21ê Sibatê wek cejna zimanê dayikê were pîrozkirin jî yek ji van gelan e. Bangladeş welatekî li başûrê parzemîna Asyayê, cîranê Hîndistan û Pakistanê ye. Li Bangladeşê salên P.Z. bi rêzê ji 750 heta 1200î xanedaniya Palas,  piştre heta 1757an hêzên îslamî, pişt re jî heta 1905an îngilîzan desthilatiya xwe domandiye. Di 1947an de aliyê misilman ê Bangladeşê bi navê rojhilatê Pakistanê dibe eyaleteke Pakistanê û heta 1969an wisa dimîne. Piştî vê di navbera Hindistan û Pakistanê de şer derdikeve û di 1971ê de Hindistan piraniya rojhilatê Pakistanê dagir dike. Di roja 22ê kanûna 1971ê de bi pêşengtiya Mecibur Rahman Komara Îslamî ya Bangladeşê tê damezirandin û Hindistan hêzên xwe ji welêt bi paş ve vedikişîne. Lê ev yek dirêj nadome û di 15ê tebaxa 1975an de Kandahar Mustak Ahmed bi darbeyeke leşkerî dest datîne ser şiyandariyê. Piştre bi rêzê darbe tên kirin:  Di 3ê mijdara 1975an de Xalid  Muşeref,  di 7ê mijdara 1975an de Ziya-ur Rahman bi darbeyê desthilatiyê ji hev distînin. Di 1977an de hilbijartin tên kirin û Ziya-ur Rahman bi ser dikeve. Di 30ê gulana 1981ê de dîsa darbe tê kirin û Ziya tê kuştin, alîkarê wî  Abdussetar di hilbijartina 15’ê mijdara 1981’ê de bi ser dikeve û dibe serok. Lê piştre  serokê giştî yê artêşê Muhamed  Erşad bi darbeyekê dest datîne ser hikûmetê. Lê ji ber ku dîktatoriyeke hişk bi rê ve dibe, piştî berxwedan û xwepêşandanên gel ên girseyî pêwîstî îstîfakirinê dimîne, di 6ê kanûna 1990î de Şahabedîn Ahmed bi wekaletî tînin ciyê serokdewletiyê, lê di 19ê îlona 1991ê de hilbijartin tên kirin û jinebiya Ziya-ur Rahman Halide Ziya dibe serokwezîr.

Ji vê kurtedîrokê jî tê fêmkirin ku Bangladeş heta1971ê di bin desthilatiya Pakistanê de bû. Zimanê Pakistanê Urdî zimanê fermi yê dewletê bû û tevî ku bangladeşî li malê bi zimanê dayikê bengalî diaxivîn, di fermiyetê de zimanê wan hatibû qedexekirin. Bangladeş xwediyê gelheyeke zêde ye û îro nêzî 174 milyon kes lê dijîn. Gelê bangladeşî ji bo azadiya zimanê dayikê bi dest bixin di serdema bindestiyê de gelek çalakî û xwepêşandan li dar xistine. Yek ji vana  xwepêşandana xwendekaran a di 21ê Sibata 1952an de bû, xwendekaran dixwest zimanê bengalî li gel ê urdî bibe zimanê fermi yê dewletê, ku ev yek îro daxwaza kurdên li bakurê Kurdistanê ye. Di vê çalakiyê de polisên pakistanî êrîşî xwepêşandêran kirin û 11 xwendekar kuştin. Lê bangladeşiyan xwepêşandanên xwe bi biryar domandin. Hikûmeta Pakistanê neçar ma, ku di 1956an de zimanê bengalî li kêleka zimanê urdî wek zimanê fermî yê dewletê bipejirîne, lê mixabin Tirkiye hîn heta niha jî gaveke wisa ji bo kurdan neavêtiye. Ji vê yekê jî diyar e, ku demokrasiya qaşo laîk a li Tirkiyeyê ya îro bi qasî demokrasiya desthilatên Pakistanî ya di salên 1956an de jî ne demokrat, ne xwedîtolerans û ne rêzdar e.

UNESCO bi sedema balê bikişîne ser giringiya zimanê dayikê, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bilindkirina têgihiştina gelan a sazkirina civakeke pirçandî, pirzimanî û toleransa li hember çand û zimanê hev, di nav lêgerîneke diyarkirina rojekê de bû û li ser pêşniyara gelê bangladeşî ev roja kuştina xwendekarên bangladeşî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pejirand û di 17ê Mijdara 1999an de ev yek wek cejn ragihand, ku li seranserê cîhanê bi çalakiyên cihêreng bê bibîranîn.

Ji bo me kurdan roja zimanê dayikê roja derketina kovara Hawarê 15ê Gulanê ye. Ji ber ku wê rojê zimanê kurdî-kurmancî gihiştina alfabeya Celadet Bedirxan e û xwe dispêre sala 1932an. Lê di van salên dawî de bi biryara Tevgera Zimanê Kurdî ya li bakurê Kurdistanê piraniya kurdan roja 21ê Sibatê jî ji bo balkişandina ser rewşa kurdî bi çalakiyên cihêreng pîroz dikin.

Ji vê rojê dersên girîng ên ji aliyê kurdan û ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bên derxistin hene: Divê kurd berxwedana gelê bangladeşî bînin ber çavan. Tevî hemû astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî di jiyana rojane de, li mal, bi hev re, nas, dost û hevalên xwe re, bi taybetî jî bi zarokên xwe re bi israr û biryar bi kurdî biaxivin. Divê mala her kurdekî warê zimanê kurdî be û zimanê dagirkeriyê nikaribe jiyana wê malê dagir bike. Kurdek dikare jiyana di bin bandora dagirkeriyê de ji xwe re bike hincet û li sazî û daîreyên dewletê bi zimanê dagirkeriyê biaxive. Lê ji bo mala xwe nikare ti tiştî bike hincet û zimanê dijminê xwe li mala xwe serdest bike. Kurdan di salên dûvdirêj ên bindestiyê de her dem hebûna xwe bi zimanê xwe zindî kirine. Çanda herî dewlemend a dengbêjiya kurdî, lehiyeke bêhempa a wêjeyê ye, ku li nav ti miletî çandek û wêjeyeke wisa dewlemend nehatiye dîtin. Dengbêjiya kurdî, berxwedana zimanê kurdî ye. Dewlemendiya stran, folklor, wêje, çand, govend, metelok, çîrok û çîvanokên kurdî ewqasî fireh e, ku bi salan e dagirkerên tirk, ereb û fars ji xwe re jê didizin, dibin, lê dîsa jî nikarin çavkaniya wê bimiçiqînin.

Divê kurd qîmetê vê dewlemendiyê zanibin û bi vê hişmendiyê li kurdî xwedî derkevin û li her derê biaxivin. Ne tenê di roja zimanê dayikê, her kêliya salê bi kurdî biaxivin. Zimanekî ku zarok pê neaxivin, ew li ber mirinê ye. Dema zimanê gelekî bemire; çand, kevneşopî, dîrok, wêje, huner, êş, kêfxweşî  jî pê re dimirin. Ger gelê kurd naxwaze gora xwe bi destê xwe bikole, divê her roj û kêliyê ziman zindî bikin û li ziman xwedî derkevin. Zimanê kurdî ji zimanên hemû dagirkerên Kurdistanê dewlemendtir û kevintir û bi esil e.

Zimanê kurdî nasname û sedema hebûna kurdan e. Têkoşîna ji bo azadiya zimanê kurdî wê azadiya gel û welêt bi xwe re bîne. Ne jiyaneke bêzimanê dayikê kurdî ne jî rûmeteke bêzimanê dayikê kurdî dikare kurdan zindî bihêle. Kurd tenê bi hebûn û azadiya zimanê dayikê dikarin bibin xwedîjiyan û xwedîrûmet.