28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Cudahiya êrîşên Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ji hev tune ye

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA) û MED TUHAD-FED) bi boneya êrîşên li dijî Rojava şermezar bikin bi hevre civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka DBP'ê Aydenîz, anî ziman ku ferqa êrîşên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê ji hev tune ye

Partî û rêxistinên kurdan ên ku ji DBP, Partiya Çepên Kesk, TJA, MED TUHAD-FED’ê pêk tên, bi boneya êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava şermezar bike li Buroya Şêwirmendiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê civîna çapemeniye li dar xist. Nûnerên PÎA, KKP û gelek kesên din jî tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz axivî û wiha got: “Ji 5’ê cotmehê heta niha dewleta AKP-MHP’ê bi awayekî dijminantiya kurdan êrîşî Rojava dike. Di van êrîş û bombebaranê de tesîsên av, ceyran û petrolê hilweşandin. Depoyên zexîre û genim û her wiha nexweşxane bombe kirin. Di vê bombebaranê de jiyana gel hatiye bombe kirin. Li Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê gele herêmê jiyanek hevpar ava kirine û bi hevre di nava aramiyê de dijîn. Ev êrîş li dijî vê jiyana hevpar û pergala demokratîk e. Êrîş bi şiklê xwe dişibin êrîşên DAIŞ’ê. Cudahiya êrîşên Tirkiyeyê û êrîşên DAIŞ’ji hev tune ye. Bi van êrîşan jiyana gele Rojava armanc kiriye. Bi van êrîşan sûcê mirovahiyê tê kirin.”

Cîhan li dijî van êrîşan bêdeng e

Aydenîz, da zanîn ku bi van êrîşan sûcê mirovahiyê tê kirin, lê hemû parazvanên mafên birovan û rêxistinên cîhanê bêdeng e û wiha got: “Li dijî van êrîşên li Rojava hemû cîhan bêdeng e. Tê zanîn ku li Îsraîl û Fîlîstînê jî şerekî dest pê kiriye. Bi van şeran di sedsala Lozanê û sedsala Komarê de dixwazin ji nuve ve Rojhilata Navîn li gorî xwe xêz bikin û dizayn bikin. Vê dîzaynkirinê ne li gorî berjewendiyên gelan, dixwazin li gorî berjewendiyên dewletên hegomonîk xêz û dizayn bikin. Em dibinin ku di bin vê plan û dîzaynê de gelê Îsraîl û Fîlîstîn tên pelçiqandin û kuştin. Beriya êrîşê Wezîr Hakan Fidan digot hemû pergala enerjiyê hedefa me ye. Got em ê êrîşî jiyanê bikin. Wekî wî Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî got ‘Em ê li Gazzeyê ceyran, av û gazê tevî qut bikin.’ Îro hemû cîhan li dijî vê gotinê bertekan nişan dide. Lê gotina Netenyawî û Fîdan mina hev in. Li dijî jiyana mirovahiyê hatiye gotin. Divê gelê cîhanê li dijî Rojava jî bertekên xwe bînin ziman. Yên ku li dijî gotina Fîdan li çepikan dixin, hêz dane Netenyawû. Netenyahû ji Hakan Fîdan hêzê digirin. Feraseta herduyan yek e.”

Li Mexmûrê mizgeft bombe kirin, ka sincê şer û mafê mirovan

Serokê Tirkiyeyê Erdogan ji bo Fîlîstinê got ‘Divê sincê şer hebe. Lê îro li Rojava îstasyon û santralên av, ceyran, petrolê bombe dikin. Hemû xizmeta nexweşxane, av, ceyran û petrolê felç dikin. Li Mexmûrê mizgeftê bombe dikin. Ka mafê mirovan. Li Dêrikê nexweşxane bombe kir. Li dehan cîhan ambarên genim, depoyê zexîre bombe kirin. Li Eyn Îsa zarok qetil kirin. Ka sincê şer, ka mafên mirovan. Ka hikûq. Li vir dijminantiya kurdan dikin.

Mifteya aştiya  Rojhilata Navîn di pergala Ocalan de ye

Aydenîz, bal kişand ser gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a ‘Deriye aştiya cîhanê di aştiya Rojhilata Navîn re derbas dibe’ û wiha got: “Em jî dibêjin ji bo Rojhilata Navîn pergala aştî û çareseriyê heye. Xwediyê vê pergalê jî Birêz Ocalan e. Lê Birêz Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke geran de ye. Pergala Birêz Ocalan peşkeş dike, pergala ekolojik, demokratîk û pergala parastina azadiya jinê ye. Îro ev pergal li Rojava, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê di pêşengiya jinê de tê avakirin. Lê bi van êrîşan dixwazin vê hêvî û pergalê hilweşînin.  Em dibêjin mifteya  aştî û çareseriya Rojhilata Navîn di Îmraliyê û pergala Birêz Ocalan de veşarî ye. Birêz Ocalan pergala aştî, çareserî û demokrasiye ava dikin. Lê bi van êrîşan dixwazin van hêvî û vê pergalê têk bibe. Bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê dixwazin azadiya gelan û azadiya kurdan tune bikin.  Ji bo gelê Fîlîstîn çalakiyan li dar dixin. Lê li aliyê din li Rojava bi rojan bombe tê barandin. Lê ji b ovan êrîşan bêdeng e. Ev dirûtî ye.”

Êrîşa li dijî Rojava êrîşa li dijî pergal, ked û jiyanê ye

Aydenîz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî sazî, partî û dezgehên kurd dibêjin ev êrîşên li ser Rojava li ser ked, jiyana hevpar, mafê mirovan û pergala demokratîk pêk tên û wiha  lê zêde kir: “Divê li dijî van êrîşan hemû gelên cîhanê denge xwe bilind bikin. Divê her kes helwesta xwe nişan bide. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn demokrasi pêş bikeve, divê her kes denge xwe bilind bikine. Ji bo demokratîkbûna rojhilata Navîn divê pirsgirêka kurd û pirsgirêka fîlîstîn bê çareserkirin. Çareserî ne Netew Dewlet e. Çereserî Neteweya Demokratîk e. Ev jî bi pergala Konfederalîzma Demokratîk pêkan e. Em mafê hemû gelê kurd diparêzin. Divê hemû sazî û rêxistinên kurdan jî destkeftiyên kurdan biparêzin û li dijî van êrîşan denge xwe bilind bikin. Divê bi ruhê yekîtiyê mafê kurdan biparêzin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî li dijî binpêkirina mafên mirovan erka xwe pêk bînin. Divê tene raporan nenivîsin. Divê li dijî van êrîşan mudaxaleyekê bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî rol û rista xwe pêk bînin.”

Qada hewa ji êrîşan re bigirin

Hevseroka BDP’ê Salîha Aydenîz, bang li hêzên navdewletî jî kir û got: “Divê DYA, Rûsya û Fransa qada hewayî ji êrîşan û balafiran re bigire. Îro Rojava di aliye bazirganî, aborî û siyasî di bin ambargoyê de ye. Em bang li rayedar û erkdaran dikin ku van ambargoyan bi dawî bikin. Ev êrîş di heman demê de li dijî pêşengiya jinan e. Îro li Rojava sûcê mirovahiyê pêk tê. Em ê li dijî van êrîşan tu carî bêdeng neminin. Çawa bi heman ruh û seknê em li Kobanê xwedî derkevin. Em ê dîsa bi heman ruh û seknê li hemû Rojava xwedî derkevin. Em ê bi ruhê Kobanê, bi ruhê yekîtiyê di nava çalakiyan de bin.”

Nûnerên partî û rêxistinên din jî axivîn û xwestin êrîş bi dawî bibin û her kes li dijî van êrîşan bertekên xwe bînin ziman.