2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên TSK’ê gor û goristan xera kirin

Leşkerên TSK’ê hemû gorên li goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li herêma Besta ya Şirnexê xera kirin

Di salên dawî de leşker û polîsan gelek gor û goristanên zarokên kurdan xera kirin û rûxandin. Niha jî leşkeran li Şirnexê gor û goristan xera kirin. Berê jî gelek caran êrîşî darbestên cenazeyan kiribûn û cenazeyên zarokên kurdan bi kargoyan ji malbatan re hatibûn şandin.

Di sala 2020’an de cenazeyê endamê HPG’ê Agît Îpek bi kargoyê ji malbata wî re hat şandin. Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest da, piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de di torbeyekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hat kirin. Hestiyên endamê HPG’ê Yilmaz Ûzûn ku di sala 2020’an de li Sêrtê di êrişa hewayî de tevî 5 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de radestî malbata wî hat kirin. Kincên şewitî û perçebûyî yên keça dayika Taybet Înan, Heznî Înan a ku di dema qedexeyên derketina derva yên Cizîrê de di jêrzemînan de hat qetilkirin, piştî 8 salan radestî malbata wê hatin kirin.

 Êrîşî gor û goristanan kirin

Li gel van kirinan êrişên li ser goristanan jî didomin. Leşkerên li herêma Bestayê derketin operasyonê, Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li gundê Xirbê Bestê ku 60 gor tê de hene xera kirin û kêlên wan şikandin. Di dîmenan de xuya dike ku tu gor nemane û tevek hatine xerakirin.

Ji aliyê şêniyên herêmê ve hat ragihandin ku beriya niha ji aliyê leşkeran ve di goristanê de dînamît hatine teqandin. Ji ber herêma ku goristan lê ye qedexe ye, malbat bi salan e nikarin biçin gorên zarokên xwe ziyaret bikin.

Li herêma ku goristan lê hatiye texrîbkirin bi salan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.