3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdînê di navbera leşkeran û HPG’ê de şer derket

Li herêma Omeriya ya Navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera endamên HPG'ê û leşkerên TSK'ê de şer derket. Hat zanîn ku kuştî û birîndar jî hene

Leşkerên TSK’ê li Çiyayê Bagokê derketin operasyonê. Operasyona leşkeran didome. Li aliye din jî li herêma Omeriya, ya herêma Nisêbînê di navbera endamên HPG’ê û leşkerên TSK’ê de şer derketiye.

Walîtiya Mêrdînê li gundên Xerabê Elî, Hibabê, Badibê, Ewşî, Erboyî, Bahminê, Yol û Şekrînê yên li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ne, ji bo 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” îlan kir. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî ku hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî jî hat diyar kirin ku li gundê Cinata yê bi ser herêma Omeriya ya Nisêbînê ve jî di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer derketiye.

Hat diyarkirin ku di şer de fermanderek, leşkerek û 2 cerdevan birîndar bûne. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku leşkerên hatine kuştin jî hene.

Li aliyê din hat zanîn ku 2 cenazeyên ku aîdî endamên HPG’ê ne jî rakirine morga Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê.