spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava şehîdên bi gor yên bê nasname!

Gelek gor hene lê nasnameya wan tune. Şehîdên bê nasname, di bîra her keseke/î xwedî wîjdan de hazir e. Îro bi wan em gihan 11 saliya Şoreşa Rojava a ku ber bi cîhanbûn û enternasyonalîstbûnê ve diçe

Li Rojava, tenê li vir destanên lehengiyê di dîroka mirovahiyê de hatin nivîsandin. Tenê ji bo vî parçeyî di vê serdemê de keç û xortên Kurdistanê sînor qulibandin û wekî lehiyê herikîn û hatin. Tenê ji bo Rojava keç û xortên enternasyonal jî yên ku di xweşiyê de bûn, dest ji her tiştî berdan û berê xwe dan qada şoreşê. Qada şoreşa duyemîn a jinê piştî şoreşa neolotîkê.

Ji bo erdîngariyeke li gorî cîhanê, ewqas biçûk ewqas canên pîroz jê re hatin xelatkirin. Navê Rojava êdî di dilê her kesê/î de hildiavêt. Xwestin werin, rê peyda kirin û ruxmî hemû zoriyan xwe gihandin qada herî pîroz û canê xwe dan. Lê kî ne ew? Hûn nas dikin yên ku hatin û di wî şerê herî dijwar de xwîna xwe li ser vê axê dan kî bûn?

Şehîdên Rojava, em wiha dibêjin ji ber bi rastî jî li vir û li ser vê axê xwe ewqasî pîroz dîtin. Şehîdên Rojava yên bi gor û bê nasname! Hûn dizanin çiqas giran e ku gora şehîdekê/î hebe lê kes nizane ev şehîd kî ye? Ji kuderê ye? Keç û kurê kê ye? Ji kîjan welatî ye û hwd… Li piraniya goristanên şehîdên Rojava, gelek gor ên bê nasname hene. Lê kes nizane ji kîjan ol, netew, nijad û mezhebî ne. Lê ger ev şehîd li ol, mezheb û netewa xwe beriya mirovahiyê pirsîbana wê îro li ser vê axê ne şehîd bana û ya herî jê zortir wê ne bê nasname bûna. Bênasnamebûyîna wan a herî zêde wan dide pîrozkirin.

Dema tu li nav goristanê digerî, hema çavê te li gora Şehîd A/21 an jî hejmarek û tîpeke din , an jî gulek, an jî du stêrkan dikeve. An jî hejmar û navê bajar û gundê ku lê şehîd bûne hatiye nivîsandin, bêyî ku dîroka şehadetê hebe. Mînak 6/Hisêniyê an jî 5/Mebrûka û hwd… Li ser vê axê ji destpêka Şoreşa Rojava gelek teqînên dijwar rû dan, di encamê de bi dehan şervan nav de şehîd bûn û canê xwe jî wenda kirin. Ger îro em behsa şehîdên bi gor û yên bê nasname dikin, yên ku bê gor û bê nasnamene jî hene.

Vê carê rewşa heyî strana Hûnermendê kurd Brader ya ‘Ez şehîdek bê nav im, tirba min ne xuya ye’ berovajî dike, ew jî heye lê niha gor heye, nasname nîne. Hin şehîd hene tenê navê şehîd heye. Lê bê gor û bê nasname ye jî. Ev şehîdên bi gor û bênasname yên destpêka şoreşê ne, taybet yên şerê Serêkaniyê, Kobanê, Mebrûka, Ceza û gelek bajarên din in.

Hezkirina van şehîdên bê nasname, sînor û derya derbas kirin heta ku karîbûn armanc û xewnên xwe pêk bînin. Goristanek ji gelek netew, mezheb û olan hembêz dike, armancê ku îro ew ji bo wê têdikoşin jî ev e welatekî ku hemû ziman, çand û dîrokan bêyî ferq û cûdahî hembêz bike. Ya ku ewqas hişt Şoreş bi nav û deng bibe, belavî her quncikeke cîhanê bibe û ji zarokan heta kesên temen mezin, rewşenbîr, zanyar, arkolojîk, hûnermend, dîroknas û hwd bizanin ku Rojava çi ye û li vir çi diqawime, şehîd in.

Wiha Rojava mezin bû, wiha şehîdên nemir tîna zeviyên wê şikandin, wiha gulên vî welatî avdan û wiha kirin ku Rojava bibe nexşereyeke ber bi azadî û demokrasiya herêmî û cîhanê ve.

Şehîdên bê nasname ne. Lê wekî hemû şehîdan di nava tilîlî û siloganan de spartî axê hatin kirin. Yên ku destên xwe xistin bin kevir û civak ji ewqas komkujî û qirkirinan xilas kirin, mirov wê çawa nebe heyranê wan?. Di her serkeftinekê li vê Rojavayê, çavê destpêkê li goristanên şehîdan digere û keda nemiran tê bibîranîn. Şehîd hilma serkeftinê her car nêzîk dikin.

Şehîdên bê nasname, di bîra her keseke/î xwedî wîjdan de hazir e. Îro bi wan em gihan 11 saliya Şoreşa Rojava a ku ber bi cîhanbûn û enternasyonalîstbûnê ve diçe.

Bi dehan dayikên ku zarokên xwe di şer de wendakirin, an jî keç û xortên wan ji hembêza wan wekî kevokan bi bask bûn û firiyan, dibe ku di Goristanên Rojava de şehîd bin!, lê agahiya wan jê nîne. Piraniya keç û xortên berê xwe dan qada şoreşê, bê agahiya malbatê hatin û gemiyê wan li cihê herî pîroz yê cîhanê rawestiya û buhara temenê wan di payîza welat re di nava rêwîtiyeke derbas bûn.

Bi şehîdên îro û çalakiyên wan yên fedayî, wê rastkirina dîrokê pêk were.