2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Hêvî û baweriya gel a azadiyê pir zêde ye

Rêwiya Meşa Mezin a Azadiyê û Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz anî ziman ku bajar, navçe û bajarokan ziyaret dikin û li vir qala bandora  tecrîdê dikin û got: “Coş, kelecan, hêvî û bawariya gel zêde ye. Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze. Bawer dikin ku azadiya wan bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayî ye.”

75 rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê Sibatê de ji Qers û Wanê ji 2 baskan ve ketin rê. Rêwîtiya Meşa Mezin a Azadiyê 5 roj li pey xwe hişt. Rêwiyên Azadiyê ku ji milê Serhedê û milê Botanê ber bi Amedê ve dimeşin dê di 13’ê Sibatê de li Amedê bigêjin hev û berê xwe bidin Amara. Têkildarî armanca meşê, naveroka meşê, coş û kelecana meşê û pêşwazîkirina gel a rêwiyên Azadiyê Parlamentera DEM Partiyê ku yek ji rêwiya Azadiyê ye Salîha Aydenîz pirsên rojnameya me bersivand.

Hûn dikarin qala armanca vê meşe bikin? Hûn bi kijan armancê derketin rê?

Li Tirkiyeyê zilm û zoriyek gelek xedar heye. Pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk nayên çareserkirin. Bi rê û rêbazên leşkerî tên çareserkirin. Bi vê re girêdayî tecrîd her ku diçe kûrtir dibe. Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka kurd, di şexsê birêz Ocalan de li hemû qadan belav bû. Li qada siyasî, civakî û aborî belav bû. Li aliyekî tecrîdê kûr dikin, li aliyê din li Tirkiyeyê rejîma pergala ‘Yek Zilamî’ heye. Bi rejîma Yek Zilamî pergala tecrîdê pêş dixin û bi vê pergalê hebûna xwe mayînde dikin. Bi vê tecrîdê zilm û zordariya xwe li hemû qadan belav dikin. Ev zilm û zordarî bandorek pir mezin li hemû qadan dike. Armanca vê meşê li dijî vê zilm û zordariyê, li dijî vê neçareseriyê, li dijî dijminantiya gelê kurd pêngavek e. Têkoşînek e. Îro tecrîdek bênavber û mutlaq didome. Armanca vê meşê şikandina tecrîdê ye. Dîsa armanc mîsogerkirina azadiya birêz Ocalan e. Bi azadiya birêz Ocalan re bi rêya demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê ye. Tê zanîn ku demek dirêj e li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Ev Meşa Mezin a Azadiyê û meşên li Ewropayê bi hev ve girêdayî ne. Dîsa çalakiyên girtiyên siyasî yên li girtîgehan û çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatan tev bi hevre girêdayî ne. Armanca hemû çalakiyan yek e. Armanca vê Meşa Mezin a Azadiyê jî ew e ku pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe û Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fizîkî de azad bibe.

We 5 roj li pey xwe hişt. Di vê rêwîtiyê de hûn rastî çi hatin. Coşa gel, kelecana gel, bendewariya gel, daxwaza gel û heviyên gel ji we çiye?

Meşê ji du milan dest pê kir. Milekî ji Qersê û milekî jî ji Wane dest pê kir. Em rêwiyên milê Wanê ne.  Me 5 roj li pey xwe hişt. Em di roja 6’emîn de dimeşin. Me ji Wanê dest pê kir û em gihiştin Şirnexê. Em li bajar û navçeyan geriyan. Em navçe bi navçe geriyan. Em li her bajarok, navçe û rawestgehekê bi gelecanek mezin hatin pêşwazîkirin. Bi dilgermiyek mezin ji 7 salî heta 70 salî em bi coş pêşwazî kirin. Bi awayekî pir xurt me pêşwazî dikin. Her bajarok, navçe û bajarên ku em bi şevê lê man, me civînên gel li dar xist. Em çûn serdana malbatan. Bi dehan welatî beşdarî civînan dibin. Hemû kesên tev li civînan dibin dibêjin ‘Em ji bo azadiya Birêz Ocalan amade ne. Ev meş dê bigêje armanca xwe. Digotin ‘Eger azadiya Rêber Ocalan pêk neyê dê gelê kurd,  jin û gelên din jî azad nebe. Hemû cihê ku me serdana wan kir û me ew ziyaret kirin, kesên em pêşwazî kirin û beşdarî civînan bûn, ev peyam pir zelal anîn ziman. Bi heviyek mezin em pêşwazî kirin. Li her derê gotin ‘Em bi hevî ne ku deriyê Îmraliyê were vekirin.

Hûn di gera bajaran de kê ziyaret dikin. Tenê DEM Partiyê ziyaret dikin an jî sazî û rêxistinên civakî jî ziyaret dikin?

Di meşê de em partî û rêxistinên sivîl ji ziyaret dikin. Dîsa malbatan û gel jî ziyaret dikin. Tev li civinên gel dibin. Di rêwiyên meşê de jî tenê endam û rêveberên DEM partiyê tune. Di meşê de endam û rêveberên sazî û rêxistinên sivîl jî hene. Mîna MED TUHAD-FED, MEMYA-DER, OHD, nûnerên qada kedê, qada çapemeniyê, qada hunerê di meşê de cih digirin. Di vê rêwîtiyê de cihê xwe digirin.  Dibe ku li bajar û navçeyan gel û nûnerên saziyan li ber avahiyên DEM Partiyê me pêşwazî dikin. Lê em namzetên hevşaredarên navçe û bajaran jî ziyaret dikin û nûnerên rêxistinên civakî jî ziyaret dikin. Dîsa di meşê de em cih û warên dîrokî û di dîroka Kurdistanê de cihekî bi wate be jî em ziyaret dikin. Cih û warên ku bûne malê dîrokê jî em ziyaret dikin. Mînak me li Gundê Roboskî Goristana 34 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin ziyaret kir û ew kes bibîr anîn. Dîsa me li Colemêrgê Pira Ciwanên Şoreşger ziyaret kir. Em hem partî û saziyan ziyaret dikin û hem jî cihên dîrokî ku bûne malê dîrok û civakê ziyaret dikin. Cihên bi wate em ziyaret dikin û bibîr tînin.

*Hûn di şertên dijwar ên zivistanê de derketin rê. Berf, baraf, serma zêde bû. Şertê zivistanê çiqas bandor li ser meşa we dike? Tevî berf û sermayê, hûn rastî pêşwazîkirinek çawa tên. Bi qasî hûn hêvî dikin girseyî ye an na?

Pênç roj me li pey xwe hişt. Di van 5 rojan de cihê me lê rêwîtî kir, hemû cih di bin berfê de bûn. Lê her çend berf, baran, ba û bahoz hebe jî, rêwiyê Meşa Azadiyê neda sekinadin. Çawa ku heta niha berf, baran û bahozê rêwiyên azadiyê nedaye sekinandin, rêwîtiya me jî nedaye sekinandin. Çawa ku em bi biryar meşa xwe didomînin, bi heman awayî kesên me pêşwazî dikin jî li gel barîna berf, baran, sir û sermayê bi coşek mezin me pêşwazî dikin. Li hemû bajar, navçe û bajarokan gel me bi dilxweşiyek mezin pêşwazî dike.

Di vê rêwîtiyê de hûn bi gel re çi parve dikin. Hûn qala çi dikin? Bang û daxwaza we ji gel çiye?

Di vê meşê de em ji gel re qala bandora tecrîdê ya li ser gel û civakê tînin ziman. Em qala armanca tecrîdê dikin. Em dibêjin tecrîdê bi kesayetiya Birêz Ocalan dest pê kir. Lê tecrîd îro li her cihî belav bûye. Tecrîd li ser girtiyên heps û zindanan, li ser qetilkirina jinan, xerakirina goristanan, şewitandina daristanan, talankirina xwezayê,  li ser aboriyê, li ser şer bandora xwe çê dike. Dîsa em nêzî hilbijartinê dibin. Di mijara qeyûm de tecrîd tê çi wateyê. Têkiliya qeyûm û tecrîdê em niqaş dikin. Em nêzî salvegera erdhejê dibin. Bandora tecrîdê ya li ser mexdûrên erdhejê çiye em wê niqaş dikin. Îro tecrîd wekî rêveberiyekê, wekî rejim û pergalekê ava dikin û pêş dixin. Îqtîdara faşîst a AKP û MHP’ê tecrîd kiriye wekî pergala rêvebirinê. Vê rejîma tecrîdê di her alî de li ser tevahiya jiyana me ferz dikin. Li ser jiyana jin, zarok, ciwan, xwendekar, kal û pîran tevan bandorê dike. Em bandora wê ya her alî bi gel re parve dikin. Em li her derê bang dikin û dixwazin ku gelê me vê bandora tecrîdê bi her awayî hîs bike û êdî vê tecrîda ku li ser jiyana wan bandor dike qebûl neke. Divê gelê me vê tecrîda li ser wan tê ferzkirin bişkînin û rakin. Em çiqas karibin tecrîda li ser xwe rakin, em ê karibin tecrîda li Îmraliyê jî bişkînin. Divê em azad bibin. Azadiya me, gelê kurd û Rojhilata Navîn jî girêdayî Birêz Abdullah Ocalan e. Em li her derê daxuyanî didin. Em bang li raya giştî dikin. Em ji gelê xwe dixwazin ku bêtir li mafê xwe, li azadiya xwe û nasnameya xwe xwedî derkevin. Em bang li dewletê jî dikin û bang li hemû kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin jî dikin. Em ji dewletê re dibêjin bi salan e bi rê û rêbazên leşkerî û şer pirsgirêk çareser nabe. Me dît ku bi rêbaza leşkerî pirsgirêk bêtir kûr û firehtir bû. Me dît ku bi rêbaza tundiyê qeyran û kaos bêtir kûr bûn. Em dibêjin çareserî polîtîkayên ewlehiyê-şer û leşkeri nîne. Çareserî diyalog, müzakere û hevdîtinên bi rêya demokrasiyê ye. Diyaloga bi muxataban re ye. Muxatabê vê yekê yê yekemîn jî Birêz Ocalan e. Bi milyonan gelê kurd Birêz Ocalan ji bo xwe wekî vîna siyasî qebûl kiriye. Em jî li ser navê milyonan kesan dibêjin, divê dewlet demildest vê tecride rake û rêya diyalogê veke. Ji bo pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokrasiyê bên ça reserkirin û Birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze, em bi biryarin ku tevî gelê xwe heta azadî pêk bê, emê her bimeşin.  Em di daxuyanî û axaftinên xwe de vê yekê dibêjin.

Ji îro û şûnde bernameya we ya meşe çiye? Hûnê biçin kijan bajar û navçeyan? Hûn ê bi kêre hevdîtinan bikin?

Meşa me dê 15 rojan beredewam bike. Meşê di 1’ê Sibatê de dest pê kir û di 15’ê Sibatê de biqede. Em ê 5 rojan li Şirnexê bin. Rojekê li Sîlopî, rojekê li Cizîr, rojekê li Hezexê bin. Dîsa em ê derbasî Mêrdînê bibin. Li navçeyên Nisêbînê, Qoser û navçeyên din. Em ê di 13’ê Sibatê de jî herdu mil li Amedê bigêjin hev. Milê Botanê ku ji Wanê dest pê kir û Milê Serhedê ku ji Qersê dest pê kir em ê di 13’ê Sibatê de li Amedê bigêjin hev. Em bang li gelê  Amedê dikin ku di 13’ê Sibate de bi girseyek pir mezin her du milan pêşwazî bikin. Kesê ku dixwaze li dijî tecrîdê bertekên xwe bînin ziman, kesên ku dibêjin muxatabê pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e, kesên ku dibêjin fikr û rabanên Birêz Ocalan li her cihî belav bûye û çareserî fikrên Birêz Ocalan in divê herdu milan li Amedê bi girseyek mezin pêşwazî blikin. Divê hemû nûner û rêveberên saziyên sivîl û civakî tev li vê pêşwazîkirinê bibin.

Meşa we dê kengî û li ku biqede. Piştî meşê plansaziyek li pêş we heye?

Du mil piştî li Amedê bigêjin hev, dê bi hevre derbasî Rihayê û navçeya Xalfetiyê bibin. Di 15’ê Sibatê de emê meşa xwe li Xalfetiyê bi dawî bikin. Em ê li gundê Amara cihê ku Birêz Ocalan lê ji dayik bûye daxuyaniyê bidin û vê meşê biqedînin. Ev meşa me dibe ku li Amara bi qede. Lê heta ku birêz Ocalan azad bibe têkoşîna me ya ji bo azadiyê dê bidome. Heta ku birêz Ocalan wekî muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd bê dîtin û qebûlkirin çalakiyên me dê bi rê û rêbazên cuda berdewam bike. Niha bi heman armancê hem li çar parçeyên Kurdistanê çalakî hene, hem jî li welatên Ewropayê çalakî hene. Dîsa serlêdana parêzeran heye û çalakiya girtiyên siyasî, çalakiya Nobeta Edaledê ya dayikan berdewam dike.

Em jî wekî siyasetmedar û wekî kesên xwe ji vê meseleyê berpirsiyar dibînin, li gel sazî û dezgehên xwe li gel civak û gelê xwe vê meş û têkoşînê berdewam bikin. Li aliyê Tirkiyeyê jî bi heman armancê çalakî û xebat hene. Li Stenbolê 75 find/lembe hatin belavkirin. Çalakî û xebatên me rê bi rê û rêbazên cur be cur bidomin. Çareserî di derketina dengê Birêz Ocalan de ye. Heza Birêz Ocalan azad bibe emê berpirsiyariya xwe bidomînin.

Ji bo meşa we bêtir bi girseyî bê pêşwazîkirin, banga we ji gel çiye?

Em di 2 milan de bi giştî 75 kes dimeşin. Lê em 75 kes li ser navê milyonan kesan dimeşin. Ji ber ku bi milyonan gelê kurd, Rêberê Gelê  Kurd Birêz Ocalan ji bo xwe wekî vîna siyasî aşkere kiriye. Naxwaze bêyî rêberê xwe bijî. Naxwaze bê statü, bê ziman, bê çand û bê azadî bijî. Ji bo ev yek pêk bê jî divê beriya her tişî Birêz Ocalan azad bibe. Ne tenê gelê kurd û saziyên kurdan, divê hemû kesên ku ji fikr û paradigmaya Birêz Ocalan bawer dike û li ser fikra wî dimeşin, hemû kesên ku fikr û felsefeya Birêz Ocalan wekî çareserî dibînin, li Kurdistan û Ewropayê di nava hewldan û têkoşînekê de ne. Em jî van çalakiyên wan ji vir silav dikin û em dibêjin em ê bi hevre heta ku azadî û aştî pêk bê têkoşîn û çalakiyên xwe yên ji bo azadiyê berdewam bikin.