4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mamedoglû: Erdhejzede her roj 6’ê sibatê dijîn

Rojnameger Mamedoglû da zanîn ku erdhejzedeyên ku bi dengê rakirina kavilan şiyar dibin ji ber şert û mercên wan nehatine sererastkirin her roj 6’ê sibatê dijîn û wiha got: “ Ji ber vê yekê erdhejzede ne dikarin travmayên xwe derbas bikin ne jî dikarin ji bo jiyaneke nû hêviyan ava bikin.”

Di 6’ê sibata 2023’yan da li Pazarcik û Elbistana navçeyên Mereşê ne bi pîleya 7,7 û 7,6’an  du erdhej pêk hatin. Van erdhejan bandor li bajarên wek Mereş, Hatay, Semsûr, Amed, Meletî, Kilîs, Riha, Edene û Elezîzê bandor kir. Di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.

Em der barê salvegera erdhejê û pirsgirêkên ku erdhejzede dijîn bi rojnameger Medîne Mamedoglû re axivîn.

Rojnameger Medîne Mamedoglû di destpêka axaftina xwe de got ku erdhejzede li bajarên konteyniran dimînin, welatiyên ku konteyniran peyda nakin hê jî li konan de ne û ev tişt anî ziman: “Bi taybet welatiyên ku li gundan dimînin û nikarin xwe bigihînin konteyniran neçar dimînin ku di xaniyên xwe yên xirabûne de bimînin. Qelebalixiya li bajarên konteyniran bi taybet ji bo jin û zarokan di qada ewlehiyê de pirsgirêkên cidî derdixe holê. Nebûna ava vexwarinê ya paqij û hin caran qutbûna av û elektrîkê jî xelkê dixe nava rewşeke dijwar.”

‘Jin neçar dimînin ku şêweya jiyana xwe ji nû v ava bikin’

Medîne Mamedoglû bal kişand ser jiyana di konteyniran de û wiha got: “Konteynirên 21 metrekare têra jiyanê nakin, bi taybetî ji bo malbatên qelebalix. Kesên ku nikarin xwe bigihînin konteyniran, li cem xizmekî xwe dimînin. Ev jî dibe sedem ku ji deh kesan zêdetir kes bi hev re bijîn. Dîsa konteynir di hewaya sar de germ nabin, bi barîna baranê av dikeve konteynirê. Di konteynirên ku li bajêr tên dayîn de tuwalet û serşok hene, lê di ên gundan de ew jî tune ne. Li konteynirên gundan tuwalet û serşokên ku bi hev re tên bikaranîn hene. Ev jî dibe sedema şewb û nexweşînan. Dîsa ji bo jin û zarokan ji bo jiyeke însanî qad nayên avakirin. Cihê lîstina zarokan tune ye, jin jî ne xwedî cihekî taybet in. Ev yek dibe sedem ku travmayên heyî hîn zêdetir bibin. Rastiya ku konteynir li ber hev in jî nepenîtiyê jiyana taybet xera dike. Jin ji ber van şert û mercan neçar dimînin ku şêweya cil û bergên xwe jinûve dîzayn bikin. Niha tekane daxwaza kesên ku li herêma erdhejê dimînin mafê stargeheke saxlem e. “

‘Jin ne xwediyê derfeta şîngirtinê ne’

Mamedoglû da zanîn ku yên herî zêde ji pêvajoya erdhejê bandor bûne jin û zarok in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jin di kêliyên ewil de beriya ku bikevin nava şînê û fêm bikin ka çi bûye ketin nav lêgerîna avakirina jiyanê. Di encama rolên ku ji aliyê civakê ve hatine ferzkirin, erka peydakirina stargeh û peydakirina pêdiviyên malbata xwe girtin ser xwe. Jinên ku ewil di konan de man pêdiviyên malbata xwe yên weke cil, xwarin û pêdiviyên nexweşînin ku dijîn bi cih anîn. Di vê pêvajoyê de jin hem firaqên xwe hem jî kincên xwe bi destan dişon. Kêmbûna av û qutbûna elektrîkê vê pêvajo hîn dijwartir dike. Di vê pêvajoyê de jinên ku derfet dîtin piştgiriya derûnî bigirin bi şans bûn. Lê jinên ku vê derfetê bi dest nexistin her roj heman travmayan dubare jiyan.

Jinên ku piştî barkirina konteynirê bi heman pirsgirêkan re rû bi rû man, ji bo ku zarok û xizmên wan wan nebînin, gelek caran nikaribûn bigirîn. Em dikarin bibêjin ku jin tevî sala ku derbas bûye jî hê şîna xwe negirtine. Ne tenê ji ber ku  cîhê wan tune, di heman demê de şert û mercên wan ên jiyanê jî hene ku divê pêşiya xemgîniya xwe li ser bifikirin. Bi gelemperî jinên ku nikarin şîna xwe bigirin der barê êşên ku dijîn bi hev re diaxivin. Lê bi vê yekê jî ew travmayên ku jiyane dubare dubare dijîn. Dîsa ji bo jinan ne hêsan e ku xwe bigihînin piştgiriya psîkososyal û mafê tenduristiyê. Jinên ku dixwazin bigihêjin mafên xwe yên tenduristiyê bi gelek pirsgirêkên wek ewlehî, rê û nebûna doktor re rû bi rû dimînin. Ji bo jin bikaribin li ser piyan bimînin pêwistiya wan bi piştgiriyeke cidî heye. Yên ku vê piştgiriyê didin jî bêguman jin in. Di vê xalê de divê hevgirtina ji aliyê jinan ve hatiye afirandin bibe pergalî.”

Rewşa jinan

Medîne Mamedoglû di dewam axaftina xwe de wiha got: “Beriya her tiştî divê ji bo jinên ku di nava xizanî û tundiyê de dijîn, piştgiriya derûnî bê dayîn. Divê ev piştgirî li her qadê hebe û jinên ku rastî tundiyê tên, karibin demildest xwe bigihînin mekanîzmaya parastinê. Di vê erdhejê de hem tundiya li ser jinan û hem jî kuştina jinan raneweste. Jin nikarin xwe bigihînin qereqolan. Jinên ku nekarîn travmaya erdhejê derbas bikin, di kon û konteyniran de bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Ev rewş tenê bi tundiya fîzîkî sînordar nîne, her wiha bi pêvajoya erdhejê re cureyên tundiyê jî zêde bûn. Jinên ku rastî tundiya fîzîkî, derûnî, civakî û dîjîtal hatin ji ber êşa ku jiyabûn, gelek caran nedikarîn tundiya ku li wan tê kirin jî ferq bikin. Jinên ku di bin her şert û mercî de giraniya erdhejê hîs kirin, gelek caran nekarîn li hemberî vê tundiyê mekanîzmayeke parastinê ava bikin.”

‘Zarok hewceyê piştgiriyê ne’

Rojnameger Medîne Mamedoglû diyar kir ku zarokên ku erdhejê jiyane di kêliyên ewil de fêmnekirine ku çi diqewime lê bi demê re ew jî ji bûyerên ku diqewimin haydar bûne û wiha pê de çû: “Zarokên ku li cihên teng ên wek kon û konteyniran dimînin hewceyê piştgiriyê ne. Zarok herî zêde di havînê de bi nexweşiyên epîdemîk ketin. Ji bo zarokên ku nikarin xwe bigihînin qadên lîstik û xwendinê, aliyek dermankirina vê pêvajoyê tune. Di vê pêvajoyê de hem ji bo zarokan hem jî ji bo jinan divê piştgirî berdewam bike. Ji ber ku bandora vê bûyerê di nav salek du salan de derbas nabe divê hevgirtina civakî tu carî neqede.”

Erdhejzede ji mafên xwe bêpar in

Mamedoglû got ku tedbîrên cidî nehatine girtin û wiha axivî: “Ji kêliya yekem ve rêveberiyên herêmî û hikûmeta navendî ji bo herêma erdhejê xebatên pir bi bandor nekirin. Erdhejzedeyan bi mehan nikaribû xwe  bigîhîne ava vexwarinê her wiha neçar man ku zivistana xwe ya duyemîn li derve derbas bikin. Dewlet tu carî alîkariya welatiyên ku nexweşiyên şewbê ketin, bi toza kavilan jiyan û nikaribûn  xwe bigihînin ava vexwarinê nekir. Xebatên komên dildar heta asteke êşên heyî sivik kir. Lê di vê pêvajoyê de rêxistinên herêmî bi gotinên ku bi cih neanîn man. Erê di ser erdhejê re salek derbas bû, lê mirov dikare bibêje ku piraniya pirsgirêkên bajarên erdhejê hê wek roja ewil in. Li bajarên ku nexweşî û şewba berdewam dikin, xwegihandina mafê tenduristî û hawîrdora paqij hê jî pirsgirêkek cidî ye.”

‘Erdhejzede nikarin hêviyên xwe yên jiyanê zindî bikin’

Rojnameger Medîne Mamedoglû bi van gotinan dawî li axftina xwe anî: “Bi taybetî krîza aborî bandoreke neyînî li welatiyan dike. Mexdûrên ku tevî êşa erdhejê ji bo debara xwe bikin di peydakirina kar de jî pirsgirêkên cidî dijîn. Ev yek di wan de dibe sedema şikestinên cidî. Bi taybetî li gund û navendên ku kurd, ereb, elewî lê dijîn ev îhmal bi awayekî zelaltir tên dîtin. Gundiyên ku salek e personelên dewletê nedîtine hene. Gund hene ku birînên xwe bi xwe derman kirine û jiyana xwe wiha didomînin hene. Mirov mîna roja ewil bi hevgirtinê birînên xwe derman dikin. Rêveberiyên herêmî tu xebateke cidî nekirine. Ji pergala heyî tu hêviyê nakin. Welatiyên ku bi dengê rakirina kavilan şiyar dibin ji ber şert û mercên ku nehatine sererastkirin her roj 6’ê sibatê dijîn. Ji ber vê sedemê ne dikarin travmayên xwe derbas bikin ne jî dikarin ji bo jiyaneke nû hêviyan ava bikin.”