28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsrafa dewletê bêhesab e

Serokê Komeleya Aliman a Amedê Haci Kadah têkildarî armanca konferansê nirxandinên girîng kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê îsrafa li Qesra Erdogan û diyanetê diçe li tu derên cîhanê naçe û got: "Dînayet mirovan dixapîne û ne di xizmeta ol de ye."

Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê, di 27’ê çileyê de li eywanan konferansê ya Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran de “Konferansa Îslama Demokratîk” pêk hat. Serokê Komeleya Aliman a Amedê Haci Kadah têkildarî armanca konferansê nirxandinên girîng kirin. Kadah anî ziman ku mirovên aqil pêre hebe dibîne ku îro li Rojhilata Navîn, zilm heye û got: “Koçberî û malwêranî heye. Hêzên serdest tu armanca wan a di aliyê aborî, teknolojiye de xizmetê ji mirovan re bike tune ye. Hêzên desthiladdar, ên din di pelçiqîne. Netewperestî heye. Her çend dewletên li Rojhilata Navîn tev misilman in jî, em dibînin ku li gorî ola îslamiyetê ya ku xweda ji bo mirovahiyê bi boneya xweşî, başî û wekhevî şandiye, tev nagerin. Di ola îslamê de hişmendiya ‘Ez ez im, tu tu ye, tu eleqeya me bi hev tune ye. Ez xwedî hêz im divê her tişt mîna min be’ tune ye.”

Kadah da zanîn ku bi vê konferansan xwestin bibêjin ku îslamiyet başî, xweşî aştî û aramî ye û wiha axivî: “Dema mirovên di aliyê fîzîkî, aborî, civakî, zanistî û her wekî din di kêmasiyê de be, divê mirovên zana û di aliyê aborî û fizikî de xwedî hêz in, ji bo tenduristî, ewlehî û aramiya mirovan tev bigerin. Divê oldar bêyî ku netew, bawerî, ziman, çand û rengan ji hev cuda bikin xizmeta mirovahiyê bikin. Li gorî ola îslamê kesî dewleta wî hebe û zilmê bike nayê qebûlkirin.”

Haci Kadah li ser îsrafa ku li qesr û qonaxên dewletê tên kirin jî rawestiya û ev agahî dan: “Divê dema cih û dema wê hat oldar karibin dewlet û rayedarên dewletê rexne bikin. Eger ev kes li gorî nefsa xwe li gorî emrê xwedê tev bigerin divê ferqê nexin nava gelê kurd, ereb, fariz, çerkez tirk û ên din. Divê ferqê nexin nava bawerî û rengan. Ev şaş e. Divê serdestiya zimanekî li ser zimanê din tune be. Divê serdestiya nijadekê li ser nijada din tune be. Li cem xwedê her kes wek hev e.”

Haci Kadah bal kişand ser nêzîkatiya hikûmet û dewletan a olê îslamê û wiha dirêj kir: “Li gorî Quranê tu têkiliya dewletan bi olê îslamê tune ye. Ev Tirkiye jî dibe, Iraq, Îran, Sûriye Pakîstan jî dibe tu eleqeya pergala dewletan bi olê îslamê tune ye. Zagon û pergala Xweda gotiye Qur-an e. Eger îro di dewletekê de nijadperestî, netewperestî, olperestî û zayendperestî hebe, mirov nikare bibêje vana giredayî ola îslamê ne. Ev kes û dewlet ol îstîsmar dikin. Ev rewşek munafiqî ye. Îro ji bo di dewletên misilman de sulh û wekhevî tune, bê edaletî û înkar heye. Xweda wan ji ola îslamê hesab nake.”

Kadah, bal kişand ser lêçûna Serokatiya Dîyanetê û wiha bi dirêj kir: “Ji ber ku diyanet bi dîn mirovan dixapîne û ne di xizmeta ola îslamê de ye. Diyanet di xizmeta desthilatdaran de ye. Ji ber di xizmeta desthilatdar de ye butçeya wê zêde dikin. Desthilat di mizgeftan de qala Xweda û pêxember dikin û mirovan dixapînin.  Serokê Diyanetê û mirovên wî bi Xweda û Pêxember mirovan dixapînin. Tu carî dewletê rexne nakin. Îsrafa ku îro di diyanet û dewletê de dibe, li tu qadên din nabe. Herî zêde Qesra Serokkomar û Diyanet îsrafê dike. Li Amarîka û Îngîltere û dewletên din jî îsrafek wisa nabe. Eger tu miletê xwe birçî bihêle û rabe îsrafê bike, cihê vê yekê di baweriya îslamê de tune ye.”