3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Sekna dayikan mînak e

Salîha Aydenîz di çalakiya Nobeda Edaletê de axivî û got: “Ez bi bawrim ku ev sekna dayika ya weke laçika serê wan spî û ranahî wê ji her kesî re bibe mînak.”

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiyiye destpêkirin li Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê bi biryardarî didome.

Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakê em bibin dengê civakê” daleqandine.

Di nava rojê de Parlametera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz, endam û rêvebirên ÎHD’ê, rêvebir û nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de dirûşmeya “Bijî berxwedane zîndanan” hatin berzkirin.

Di serdana çalakiyê de Parlementer DEM partiyê Salîha Aydenîz axivî û di despêka axaftina xwe de çalakiya dayikan pîroz kir û wiha got: “Girtî ji bo azadiya birêz Ocalan û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan di greva birçîbûnê de ne. Ev meseleya girtî û dayikan tenê nîne. Ev mesela me tevan e. Em jî her yek ji me ji heft salî heta heftê salî li her derê li ber xwe didin. Gotineke me ji berê de heye ‘Berxwedan jiyane’ Em bi felsefeyê dixebitin. Niha jî dayik di nobeda edaletê de ne. Em jî di meclîsê de peywira dikeve ser milê me bicîh tînin. Dewlet jî dizane ku gelê kurd mafdar e. Ew jî dizane heta pirsgirêka kurd bi rê û rêbazê demokratîk çareser nebe wê alozî û qrîz li Tirkiyeyê zêdetir bibin. Di sala 2013’an de rewşa Tirkiyeyê ji hêla abarî, sîyaset û civakî de çewa bû û niha rewş çewaye. Pergala dewletê li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd  û dijminatiya kurdan xwe li ser piya digire. Her dayikek me bi dehan berdelên wan hebe. Dayik dibêjin bila aşîtê çêbibe. Ji ber wê ev sekna dayikan pir pîroz e.

Gel naxwaze bê zimanê xwe û statû bijî

Îro çima em dibêjin bila birêz Ocalan azad bibe? Ji ber ku me di sala 2013’an de di nav şert û mercên giran de ji me dît birêz Ocalan hewl da ku demokrasiyê bîne. Fikir û ramanên birêz Ocalan heviyeke mezin e. Îro li rojava fikir û ramanên wî saz bûye. Li wir gelê kurd, ereb, tirkmen û suryan bi hev re dijîn. Em dixwazin ev yek li vir jî pêk bê. Pergala dewletê ji ji ber ku dizane ev yek gelan pêş dixe û wan jî paş ve dixe tecrîdê ev qas giran dike. 34 heme em nizanin birêz Ocalan dijî yan najî. Ji ber wî gumana me zêdetir dibe. Gumana gelê kurd zêde dibe. Bi milyonan dibêjin rêberê gelê kurd vîna min e. Bi milyanan îmze kom kirin. Gel naxwaze bê ziman xwe û statû li ser erdnîgariya xwe bijî. Ez ji dayikan re serkeftin dixwazim. Ez bi bawrim ku ev sekna dayikan a weke laçika serê wan spî û ranahî wê ji her kesî re bibe mînak.