17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Nobeda Edaletê de ‘Bijî Serok Apo’ berz dibe

Serdanên ji bo Nobeda Edaletê ku li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kirin. Çalakgeran di Nobeta Edaletê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û xwestin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine destpêkirin, di roja 45’emîn de berdewam dikin.

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de malbatên girtiyan li Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Nobeda Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.

 Mêrsîn

Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 38 roj in didome. Dayikên  Aştiyê jî di nav de gelek kes îro hatin serdana nobetê. Ji çalakvanan endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adîle Bakrak têkildarî armanca nobetê axivî. Bakrak, da zanîn ku têkoşîna wan 38 roj in didome û ev tişt anî ziman: “Sedema vê çalakiyê, zilm û neheqiya li ser me tê meşandin e. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Me zarokên xwe di nava xizaniyê û bi rondikên çavên xwe mezin kirin. Divê em li dijî vê zilmê bi destên hev bigirin û ji bo ku zarokên kurd, ereb, tirk, faris û eceman nemirin têbikoşin. Daxwaza me aştî ye. Banga min ji bo hemû dayikên li Mêrsînê ye. Bila dayik bi destên hev bigirin û di vê peywirê de cih bigirin. Bila zarokên me li girtîgehê û li leşkeriyê nemirin. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Bila li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Wê demê dê gelek tişt çareser bibin. Lê destûra hevdîtinan nadin.”

Çalakvanan di dema nobedê de stranên bi kurdî û berhemên helbestvanê kurd Cegerxwîn gotin. Di dema çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

 Wan

Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 37’an de didome. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, bernamzetên hevşaredariyan, komîsyonên navçeya Westanê û taxan û gelek welatî hatin serdana nobetê.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew bi Nobeda Edaletê ya dayikan re ne û wiha  got: “Dewlet dibêje ku qanûn û yasayên wê hene. Lê edalet tune ye. Girtiyên di greva birçîbûnê de baş dizanin bê ka îşkenceyeke çiqas mezin heye. Ev 45 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Mafê her girtiyekî heye. Mafê birêz Ocalan heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. 25 sal in çima hêj girtî ye? Divê birêz Ocalan azad bibe. Bila daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin û tecrîd bi dawî bibe.”

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

 Stenbol

Nobeda Edaletê ya Stenbolê ku xizmên girtiyan bi li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê dabû destpêkirin îro jî berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan ji bo zindanan bi hezaran silav. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hate vekirin.

Xizmên girtiyan di çalakiyê de li çepikan xistin, tililî avêtin û stran gotin. Dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo”  berzkirin.

Di çarçoveya piştevaniya bi xizmên girtiyan re de gelek kes hatin serdanê. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Bagcilar, Bakirkoy û Gungorenê jî hatin serdana çalakvanan.

Ji xizmên girtiyan ku di çalakiyê de cih digire Fînce Akman got ku zêdetirî meheke nobetê digirin û ev tişt anî ziman: “Divê her kes xwedî li girtiyan û birêz Abdullah Ocalan derkeve. Jixwe armanca çalakiya me jî zarokên me û birêz Ocalan e. Em dibêjin ku ev sê sal in agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. CPT çima rola xwe nalîze? Çima CPT û her kesî xwe kerr, kor û lal kiriye. Ev ne tenê pirsgirêka kurdan, pirsgsirêka dewletê û her kesî ye. Em nabêjin tenê bila tecrîda rabe, em dixwazin birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.”

 Îzmîr

Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiya destpêkirin jî di roja 7’an de didome.

Li eywana çalakiyê pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin”, “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Her wiha çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Mûglayê û Navçeya Narlidere ya Îzmîrê hatin serdana çalakvanan. Rêveberên DEM Partiyê yên Mûglayê çîçek dan dayikan û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya wan.

Fatma Surme ku 2 kur û hevjînê wê girtî ye, di çalakiyê de anî ziman ku gelê kurd aştiyê dixwaze û divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Surme, axaftina xwe wiha qedand: “Nahêlin Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Tecrîda ku li wir dest pê kirî îro li

tevahiya girtîgehan belav bûye. Divê ev tecrîd êdî bi dawî bibe û Abdullah Ocalan êdî azad bibe. Ez li vir bang li hemû kurdan dikim; werin em bibin yek û bi hev re vê tecrîdê têk bibin.”

Çalakiya nobetê bi strîna stranên kurdî bedewam kir.