17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TGS’ê nûnertiya xwe li Amedê vekir

TGS’ê di çarçoveya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Xebatkar de nûnertiya xwe li Amedê vekir.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) di çarçoveya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Xebatkar de, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê, li Kolana Sanatê, nûnertiya xwe ya li Amedê vekir. Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat, nûnera herêma Turk-Îş, nûnerên rojnameyên herêmî û gelek rojnameger beşdarî vekirinê bûn. Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral di vekirinê de axivî û bi bîr xist ku îro Roja Rojnamegerên Xebatkar e û wiha got, “Îro 10’ê Çile roja rojnamegerên kedkar e. Lê Sendîkaya Rojnamegerên Tirk vê rojê weke roja pîrozbûnê nabîne. Lê sendîkaya me 10’ê çileyê bêwate nabîne. “Ji ber vê yekê vekirina sendîkaya me xiste vê roj ê.”

Nûnerê Turk îş ê heremê Bahri Karakoç jî axivî û wiha got, “Hêvîdarim sala ku be em dikarin nûçeyên xwe bêyî pirsgirêkan ragihînin.”

‘Banga ji bo piştgiriya Muftuoglu dikim’

Piştre Serokê TGS’ê Gokhan Durmuş jî axivî û diyar kir ku nêzî 4-5 sal in li Amedê nûnertiya wan heye û wiha domand: “Îro em bi we re navnîşana xwe ya nû vedikin. Belê îro 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Xebatkar e. Lê mixabin şert û mercên rojnamegeran ew qas dijwar in ku ev çend sal in em nikarin vê rojê  pîroz bikin. Mixabin di van salên dawî de rojnamegerî hem di warê pîşeyî û hem jî di warê azadiya çapemeniyê de di bin zexteke mezin de ye. Di van salên dawî de ji sedî 90 medya di bin kontrola hikûmetê de ye. Mixabin em di qonaxekê de ne ku em nikarin behsa azadiya çapemeniyê bikin.

Îro 14 hevrêyên me li gelek girtîgehên Tirkiyeyê ji azadiya xwe bê par in. Yek ji wan Hevseroka DFG Dîcle Mûftûoglû ye. Em tev wê ji nêz ve nas dikin. Di 18’ê Çile de mahkemeya wê heye. Ez ji vir careke din bang li hevrêyên me dikim ji bo piştgirî bidin ê. Ji bo 10’ê Çile bibe 10 Çileyê divê em têkoşînê bidomînin. Em dixwazin pîrozbahiyê bikin, lê tiştekî pîrozkirinê tune. Divê em ji bo vê têbikoşin.”

Her dawî sekletera TSG’ê Banû Tûna axivî û wiha got: “Li vir hejmara rojnamegerên jin hindik be jî dîtina wan min keyfxweş dike. Ez hêvî dikim ku em ê di pêşerojê de bêtir hevpîşeyên jin bibînin. Ev der mala hemû rojnamegeran e. Bi taybetî jî mala rojnamegerên jin e. Me li ser naverokên rojnameyan û kanalên televîzyonê yên li Tirkiyê de careke din dît ku navên jinan derbas nabe.  Ev yek me xemgîn kir. Dixwazim balê bikişînim ser helwesta rojnamegerên jin. Mixabin rojnamegerên jin nikarin di pîşeyê de di rêveberiyê de cih bibînin. Ez hêvî dikim ku ev rewş biguhere. Ez hêvî dikim ku ev cîh di vê yekê de bibe alîkar.”