3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz û Ozturk serdana PDK-T’yê kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji bo avakirina tifaqa demokratîk a lingê Kurdistanê serdana PDK-T’yê kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi hevdîtinên xwe yên ji bo avakirina tifaqa demokratîk a milê Kurdistanê yên bi partiyên kurd re kirin. Di vê çarçoveyê de di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk de heyetek serdana Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) kir.

Berteka li dijî êrîşê

Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de destpêkê Mehmet Emîn Kardaş axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman. Kardaş, diyar kir ku ew ji bo Tifaqa Kurd û hilbijartina di demên pêş de bê kirin îro hatine cem hev û bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava da û got ku bersiva herî mezin a li dijî êrîşan tifaq e. Herî dawî Kardaş, destnîşan kir ku ji bo valaderxistina polîtîkayên “kemera ereban” hatina ba hev a kurdan girîng e.

Hilbijartina windakirina bi faşîzmê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî wiha axivî: “Em di pêvajoyeke girîng  de derbas dibin. Hem di hêla siyasî hem di hêla hiqûqî hem jî di hêla civakî de krîzek heye. Li dijî vê HDP têkoşîna xeta 3’yemîn mezin dike. Me jî li Kurdistanê weke KCD û DBP’ê ji bo avakirina tifaqa kurd dest bi xebatan kir. Em dizanin ku ev hilbijartin hilbijartina windakirina bi faşîzmê ye. Ji bo vê tifaqa kurd girîng e. Tifaqa me didome, ji bo ku em ê di hilbijartinê de çi bikin hatin gelhev. Em dizanin ku dijderketina faşîzmê û êrîşên li ser Rojava yekitî ye. Em ê ji bo vê têbikoşin.”

Li aliyê din piştî vê hevdîtinê wê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bi heyeta xwe re serdana PDK-Bakûr jî bikirina lê ji ber sedemeke ne diyar ev hevdîtin ji bo demeke ne diyar hat taloqkirin.