17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Ji bo Abdullah Ocalan em ê hewldanên xwe bidomînin

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Meclisa Partiyê ya HDP’ê de axivî û diyar kir ku divê CPT agahiyên ber destê tavilê ji raya giştî re parve bike

Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Avahiya Pêvek a Navenda Giştî ya li Balgat’ê civiya. Tecrîda li Îmraliyê û êrîşên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijarên sereke yên civînê ne. Meclisa Partiyê her wiha dê ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî stratejiya xwe diyar bike û profîla namzet nîqaş bike.

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna Meclisa Partiyê de axivî. Buldan, di serî de serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bi bîr anî û got ku ji bo cînayetên kiryarnediyar di tarîtiyê de neyên girtin weke HDP’ê çi ji destê wan bê dê bikin.

Amadekariya hilbijartinê

Buldan, bal kişand ser çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Ser Jinan a Navneteweyî û wiha got: “Di tevahiya hefteyekê de em li gel jinên ji hemû rengan li qadan û kolanan bûn. Me daxwaz û îtîrazên xwe anîn ziman. Me 25’ê mijdara îsal diyarî Nagihan Akarsel û Jîna Emînî kir û dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li qadan qêriya. Tundiya li ser jinan di hefteya 25’ê mijdarê de jî berdewam kir. Du roj berê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Piştre jî operasyon hatin kirin û jin hatin binçavkirin. Ev operasyon li dijî jinên siyaseta demokratîk dikin hat kirin. Her wiha operasyoneke tolhildanê ye. Tirsa ji muxalefeta jina ye. Her wiha amadekariyeke ji bo hilbijartina sala 2023’yan e. Lê divê were zanîn ku jin dê tu carî li hemberî girtin, binçavkirin, zext û îşkenceyên we serî netewînin.”

Teqîna li Taksîmê 

Di berdewamiya axaftina xwe de Buldan, bal kişand ser êrîşên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Çend hefte berê li Taksîmê li dijî sivîlan êrîşeke bombeyî hat kirin. Pirsên têkildarî vê teqînê hê jî didomin. Li holê gelek aliyên ku hev nagirin hene. Desthilatdariyek li pêşberî me heye ku li pey serkeftinan ketiye.”

Tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan

Buldan, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tevahiya vî welatî bibe şahidê vê tecrîda derhiqûqî û ne ya bi edalet a li ser Abdullah Ocalan. Em li her deverê û her demê dibêjin ku ji 3’yê adara sala 2020’an heta niha ji Abdullah Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Tevî vê yekê jî tecrîda heyî roj bi roj kûrtir dikin û guh nadin van bangawaziyan. Di hevdîtina ser telefonê ya di 25’ê adara 2021’an de telefon hat qutkirin û ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin.

Mûxatab Wezareta Dadê û dewlet e

Dı dawiya axaftina xwe de Bûldan, destnîşan kir ku li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê CPT çûye Îmraliyê lê belê Abdullah Ocalan nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û got: “Vê agahiyê di serê me tevan de rê li ber fikarên mezintir vekir. Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê aşkerakirin. Divê rayedar tavilê têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin. Mûxatabê me Wezareta Dadê û dewlet e. Weke hevserokan me demek berê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da. Ew serlêdana me hê li ser maseyê ye. Heta niha jî erênî yan jî neyînî tu bersiv nedane. Ne heq û ne jî hedê tu kesî heye ku bi xemsarî nêzî vê mijarê bibe. Divê desthilatdarî û wezîrê dadê tavilê di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Divê CPT agahiyên ber destê xwe tavilê bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê van sepanên derhiqûqî yên desthilatdariyê. Ez li vir bang li CPT’yê dikim; weke HDP’ê heta ku ev mijar zelal dibe û heta ku serlêdanên parêzeran tên qebûlkirin em ê hewldanên xwe bidomînin.”

Piştî axaftina Buldan, civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.