8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayla Akat: Em di ferqê de ne û gotina ku em bibêjin heye

Siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata, di peyama xwe ya bi boneya 25’ê mijdarê weşand de wiha got: “Gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serbikevin. Jin jiyan azadî.”

Siyasetmedara kurd û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî bi rêya parêzerên xwe li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê peyamek weşand. Ayla Akayê di peyama xwe de wiha got: “Em di ferqê de ne gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serbikevin. Jin jiyan azadî.”

Temamê peyama Ayla Akatê wiha ye: “Piştî demekî dirêj ji herkesê re merheba! Ji ber girtinê û bêderfetiyên teknîkê mixabin derfetên min çênebûn ku li ser vê platformê peyamekê bişînim. Baş e ku beriya 25’ê Mijdarê ev derfeta min çêbû. Weke aktîvîst û siyasetmedareke jin ku bûye kirdeya tundiya darazê, têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundiya li ser jinan û biryardariya xwe ya mezinkirina piştevaniyê dubare dikim. Ez bi vê nîşeya kurt ku li eywana danişîna Doza Kobanê nivîsî bi boneya 25’ê Mijdarê ez dilê hemû jin û xwişkên xwe yên ku li dijî tundiya li ser jinan helwesta xwe nîşan didin û hemû jinên hem li eywanê û hem jî di çalakiyên kolanan de dibêjim ‘na’ maç dikin. Em di ferqê de ne gotina ku em bibêjin heye, em dizanin ku em ê biguherînin, em ê teqez serbikevin. Jin jiyan azadî.”