3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê bi dronên bombebarkirî êrîşî Kîevê kir

Desthilata Ukraynayê ragihand ku êrişek berfireh a bi dronên bombebarkirî li dijî paytext Kîevê hatiye kirin.

Li gorî medyaya Ukraynayê îro serê sibehê Rûsyayê bi dronan êrîşî Kîevê kiriye. Serokê şaredariya Kîevê Vitali Klitschko li ser hesabê xwe yê telegram’ê ev daxuyanî da: “Heta niha li herêma Solomyansky 2 kes birîndar bûn û hatin dermankirin.”

AFP`yê li gorî hêzên hewayî yên Ukraynayê ragihand ku ji destpêka destwerdana leşkerî ya li dijî Ukraynayê ve, ev êrişa hewayî ya herî mezin.

Serokê Şaredariya Kîevê diyar kir ku ji ber êrişê şewat li herêmê derketiye, bermahiyên balafirên ku ji aliyê pergalên hewayî yên Ukraynayê ve hatine hedefgirtin jî li herêma Pechersky ketine.

Hêjayî gotinê ye ku dronên bombebarkirî ên ji cureya “Şahid” ji aliyê Îranê ve tên çêkirin.