17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Silêman Ehmed 32 roj in winda ye

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 32 roj in agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ev 32 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê daxuyaniyek da û diyar kir ku rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê’ hatiye girtin, her wiha bi aşkera gefa cezakirinê lê xwar û îtiraf kir ku wî revandine.

Tevî ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana wî jî zêde dibin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji dema revandina Silêman ve ji bilî daxuyaniyekê, tu agahiyek der barê rewşa wî de parve nekiriye.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed ji Rojnewsê re axivî û got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”