3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azad Bariş: Wê guhertin ji Amedê dest pê bike!

Namzetê Amedê yê Partiya Çepên Kesk Azad Bariş, diyar kir ku gel 'guhertinê' dixwaze û got ku wê guhertin ji Amedê dest pê bike.

Li Amedê, karên hilbijartinê didomin û Partiya Çepên Kesk li bajar bi awayekî berfireh xebatên xwe yên hilbijatinê berdewam dike. Namzetên Partiya Çepên Kesk li bajar serdana tax û gundan dikin û polîtîkayên partiya xwe vedibêjin.

Ji namzetên Amedê Azad Bariş, der barê xebatên wan de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û nirxandinên girîng kirin. Azad Bariş, destnîşan kir ku gel daxwaza ‘guhertinê’ dike û wiha got: “Atmosfereke bêhempa heye. Gel gelekî bi coş e. Em gelekî bi coş in. Sînerjiya ku di hevdîtinên gel de diafire gelekî xurt e. Guhertin û azadî xwe nîşan dide. Gel daxwaza guhertinê dike.”

Navnîşana dengan diyar e

Bariş, ragihand ku gel ji bo hilbijartinê gelekî bi çalak e û ev tişt got, “Ciwantiyeke gelekî zindî heye. Jin bi heman rengî ne. Bi taybetî ciwan gelekî hewl didin tev li pêvajoyê bibin. Li qadan her kes ji me re dibêje, ‘Em bi partiya xwe zanin, navnîşana me diyar e’. Amed amade ye, guhertin wê ji vir dest pê bike. Amed bi ser bikeve wê Tirkiye bi ser bikeve, gel bi ser bikeve. Li vir coşeke mezin heye ku li tevahiya Kurdistanê heye û wê pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav bibe.”

Piştgiriya bêhempa

Di berdewama axaftina xwe de Bariş, bi lêv kir ku piştgiriyeke bêhempa ji bo wan heye û ev agahî parva kirin: “Namzetên Partiya Çepên Kesk mal bi mal digerin. Gel deriyên xwe heta dawiyê li me vedike. Em jî ji wan deriyan dikevin hundir ji bo tarîtiyê ji holê rakin (…) Hilbijartin wê her tiştî neguherîne, lê belê pêvajoya piştî hilbijartinê gelekî girîng e.”

Bariş, herî dawî anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên gel re daxwazên ji bo çareseriya meseleya kurd, aştî, demokrasî, valakirina girtîgehan timî têne ser ziman û ev tespît kir: “Bayê guhertinê êdî li nava gel belav bûye.”