5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bang ji bo Şehba û Helebê li NY’yê hat kirin

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El Îbrahîmê destnîşan kir ku rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zehmettir dibe û bang li NY'yê kir ku şandeyeke navneteweyî bişîne wan herêman.

Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê. Xelkê wan herêman bi taybet piştî erdheja 6`ê sibatê, di nava şert û mercên dijwar de dijîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazan hewl dide ku alîkariyê bigihîne xelkê wan herêman lê belê hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîmê têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmên dorpêçkirî zehmet e û got: “Her kes dizane ku li Şehbayê kampên koçberan hene, dorpêç êşa koçberan girantir dike. Rewşa li Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd trajîk e. Hikumeta Şamê tenê derdê wê parastina destilatdariya xwe ye.”

Meryem El Îbrahîmê bal kişand ser Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên xwe yên kêm amade ye piştgiriyê bide van herêman û wiha dom kir: “Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rakirina dorpêçê didomîne.”

Meryem El Îbrahîmê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa wan herêman bibîne û şandeyeke navneteweyî bişîne wir da ku rewşa ji ber siyaseta hikumeta Şamê tên jiyandin, bişopîne û binrixîne.