11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azadî daxwaza sereke ya jinan e

Seroka Komeleya Rosa Suzan Îşbilen, têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê û polîtîkayên hikûmetê diyar kir ku hikûmet li şûna tundiya li dijî jinan kêm bike, zêdetir kir û xizanî derxist asta jor.

Seroka Komeleya Rosa Suzan Îşbilen, têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê û polîtîkayên hikûmetê rawestiya. Îşbîlen anî ziman ku îsal şîara sereke ya 8’ê Adarê  “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” daxwazên azadiyê tînin ziman û wiha got: “Daxwaza azadiyê ya jinan ne tenê di 8’ê Adarê de ye. Ev daxwaza azadiyê her tim daxwaza sereke û ya herî girîng e. Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Her kes vê rastiyê qebûl dike.”

Suzan Îşbilen bal kişand ser rola ku civakê li ser jinê bar kiriye û wiha axivî: “Em li gorî vê rastiya ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye, hemû çalakî û xebatên xwe pêş dixin. Ji bo civak azad bibe, divê jin ji rola zayendî ku civakê li ser wê bar kiriye rizgar bibe. Divê xwe ji pîvan û sînorê zayenda ku civakê li ser wê bar kiriye rizgar bike. Divê karibe di nava civakê de bibe wekî kes û xwedî vînek azad.”

Suzan Îşbîlen, da zanîn ku dema li çalakiyên îsal û salên din dinere, dibîne ku yek ji daxwazên sereke daxwaza azadiya aboriyê ye û wiha berdewam kir: “Ji ber qeyrana aborî kûr bûye bandorek neyînî li ser jinan dike. Jin dixwazin berî her tiştî qeyrana aborî çareser bibe. Ji ber qeyrana aborî herî zêde jin dikevin bin banoda xizaniyê.”

Îşbîlen bilêv kir ku ji ber xizanî û birçîbûn zêde ye, tundiya li dijî jinan jî zêde ye û wiha berdewam kir: “Yek ji sedema tundiya li dijî jinan jî qeyrana aborî û xizaniyê ye. Nêzîkatiya hêza desthilatê û îtîfaqa wê ya paşverû tu carî pirsgirêkên jinan çareser nekirine. Ne pirsgirêkên jinan dibînin û ne jî çareser dikin. Dijberî vê yekê tundî û zextên li ser jinan zêde kir. Destkeftiyên jinan kirin amûra propagandaya hilbijartinê. Di politikaya desthilatê de tu carî ji bo jinan gavên erênî pêş nexist. Her tim êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Peymana Stenbolê rakirin. Zagonên ku mafê jinan diparêzin betal kirin. Niha hikûmet dixwaze zagona 6284’an ku jin û zarokan diparêze ji holê rake.”

Suzan Îşbîlen bal kişand ser sedema zêdebûna tundiya li dijî jinan û wiha pêde çû: “Tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Sedema vê yekê nêzîkatiya îktîdarê ya li dijî jinan e. Dema mêr lêdan, tacîz, tecawiz û tundiyê li dijî jinê pêş dixe, nayê cezakirin. An jî hindik tê cezakirin. Mêr hêzê ji vê yekê digire û hêza tundiyê zêde dike. Ev li aliyekî tundiyê zêde dike, li aliyê din pirsgirêka jinan kûr dike.”

Îşbîlen herî dawî bal kişand ser xebatên Komeleya Rosa yên ji bo tundiya li dijî jinan bi dawî bibe û wiha got: “Em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bi jinan re tên cem hev. Li ser tunî û çareseriya wê bi jinan re civînan çêdikin û sohbetan dikin. Her tim bi jinan re di nava şêwirmendiyê de ne. Em hewl didin ku jinan li dijî tundî û binpêkirina mafan hişyar û zane bikin.”