spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar 3 sal berê dest bi ‘Nobeta Edaletê’ kir

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û 2 kurê wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê ve hatin qetilkirin û ji bo edalet cihê xwe bibîne di 9’ê Adara 2021’ande dest bi Nobeta Edaletê kir, 3 sal li pey xwe hişt.

Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Pirsûsê. Lê êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP’î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar bûbûn qetil kirin. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsîn di 18 mehan de temam kiribû. Lê  dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Di bûyera ku 3 kes di encamê de hatin qetilkirin di 18’ê Îlona 2019’an de jî tenê Enver Yildiz ê birayê wekîlê AKP’î bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Ji ber vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizgar bû ji bo Fadil Şenyaşar ê bi birîndarî hatibû girtin û nêzî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreyê de ye û betalkirina biryara “veşarî” ya li ser dosyeya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê,  di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya “Nobeda Edaletê” kiribûn. Rayedaran nexwestin çalakiyê bibînin. Di ser çalakiya Emîne Şenyaşar re 3 sal derbas bûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê