26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Azadî ji zarokatiyê ve dest pê dike’

Huseyîn Çatikkaş

Ji bo bîranîna hemû zarokên kurd ku ji aliyê dagirkeran ve hatine kuştin…

Di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de 54 xal ji bo parastin û mafên zarokan hatine destnîşankirin. Helbet kesên bixwazin dikarin van xalan li ser rûpelên înternetê bixwînin û hîn bibin. Lê divê em bipirsin ku gelo zanîna van xalan têra maf û parastina zarokan dike? Heke ev xal têrê nekin, çima ji aliyê gelek dewletan ve hatine destnîşankirin? Werhasil mirov dikare van pirsan zêde bike, lê hewce nake. Yek ji van xalan wiha ye: ‘Mafê jiyan û pêşveçûnê’. Ev xal destnîşan dike ku ‘mafê hemû zarokan ji bo jiyaneke bitendirust, mezinbûn û pêşveçûnê heye.’ Mixabin li Kurdistanê ev maf ji aliyên hêzên dewletê ve ji zarokan tê wergirtin. Li Kurdistanê zarok her gav rastî tundiya dewletê ya psîkolojîk û fîzîkî jî di nav de tên. Lê ser van her du cureyên tundiyê gelek caran nivîs tên nivîsandin an jî daxuyanî tên dayîn. Lewma her du cureyên tundiyê piçekî tên nasîn.

Amûrên dewletê yên kujer li her kolanên Kurdistanê êrîşî kurdan dikin, kî bikeve pêşiya wan tenezul nakin, didin ser wan û derbas dibin. Dewletê Kurdistan bi amûrên xwe yên şer dagirtiye, bêyî ku pakiyê ji kesan re bike an jî şerm bike roja dîtir kujerên xwe dîsa bi heman wesayîtê dişîne heman kolanê. Wesayîtê zirxî/kujer ên dewleta dagirker ev demeke dirêj e, di bin navê qezayan de zarok û kal-pîran dikuje. Li gorî daneyên Komaleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê di navbera salên 2008-2021’ê de 76 bûyerên qezayên bi wesayîtên zirxî pêk hatine û di van qezayan de 20 jê zarok 42 kes mirine. Dîsa di van bûyeran de 21 jê zarok 90 kes jî birîndar bûne. Ev bûyer hemû li bakurê Kurdistanê qewîmîne. Li gorî van daneyan wesayîtên zirxî yên dewletê ji bo kuştina mirovan li nav bajar û kolanên Kurdistanê digerin. Di heman demê de ev kuştin helwesta dewletê ya li hemberî kurdan nîşan dide. Ji ber vê yekê ye ku hiqûqa dewleta dagirker jî bêyî ku ajokarên van wesayîtên zirxî/kujer ceza bike, wan dîsa dişîne nav kolan û bajarên me.

Lê ka helwesta me ya li hemberî dagirkeran çi ye? Zarok, bêguman li ser rûye dinyayê mirovên herî pak û dilpak in. Lewma kuştin an jî tundiya li ser zarokan li kîjan devera dinyayê be, hemû mirovên xwedî wijdan aciz dike û dilên wan diêşîne. Îstîsnayeke vê yekê heye. Ev îstîsna bêguman Kurdistan e ku her car zarok tên kuştin û marûzê tundiya dewletên dagirker tên. Fanonê ku li hemberî dagirkeriya Fransayê ya li Cezayîrê têkoşîn meşandiye wiha dibêje: “Dagirkerî tundiya tazî ye.” Tundiya dagirkeran her roj li Kurdistanê bi awayekî cuda xwe nîşanî me dide. Dagirker dixwazin ku em bi rêya tundiya wan her gav hîs bikin û wan ji bîr nekin da ku em nebêjin wan rêya we şaş e. Bi rêya tundiyê xwe li ser civakê didin ferz kirin. Helbet weke Fanon dibêje dagirkerî bi xwe tundî ye lê dagirkerên Kurdistanê bi rêbazên cuda yên tundî û polîtîkayên cuda her kêlîkê xwe berbiçav dikin. Lewra li serê her kolanê amûrên xwe yên şerên taybet bi cih kirine. Alayên xwe li deverên herî bilind û herî mezin û her sûkê daliqandine. Kolan û sikakê Kurdistanê bi kamerayan tijî kirine. Weke ‘Biraderê Mezin’ ê George Orwell li her derî çavên dagirkeriyê hene. Tevî van hemûyan li kolan û cadeyan wesayîtên wan ên zirxî bênavber û sekan digerin. Ji ber ku dixwazin em hînî wan bibin. Tevî vê jî refleksa me ya li hemberî dagirkeriyê pir qels e. Lewra ew jî ji vê hêzê digirin û tundiya xwe ya li ser gel zêdetir dikin. Kuştina zarokekî kurd bi qasî tiliyên Erdogan ên ku serê zarokekî tirk dayî, deng neda. Helbet refleksa li hemberî Erdogan rast e, lê qey kuştina zarokekî kurd ji vê ne mezintir e? Wijdana civakê li hemberî kuştina zarokên kurd kerr û kor e. Wijdanê me kurdan jî qey fêrî kuştinan bûye ku reflekseke xurt û mezin nîşan nade. Dema em fêrî mirinan bibin, em ê her roj bimirin, lewma weke civak, divê em fêrî kuştinan nebin.

Helbet ev hemû encamên polîtîkayên dewletê yên ewlehî û dagirkeriyê ne. Di bin navê ewlehiyê de kuştina me li cem dewletê rewa û hiqûqî ye. Bi van kuştinan dewlet dixwaze xwe bîne bîra civaka kurd û tirsa xwe li ser gel zêdetir bike. Lewra kuştina her kurdekê/î ji bo dewletê cihê kêfxweşiyê ye. Heman tişt ji bo civaka tirk jî derbasdar e. Polîtîkayên dewleta xwe bêyî ku gumanê jê bikin, qebûl dikin û pîroz dibînin. Lewma wijdana wan ji bo kurdan nalepite. Dema mesele dibe kurd wijdan ji cem wan bar dike, rasterast dewlet û ewlehî tê bîra wan.

Dewleta tirk bi salan Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kuştina zarokan sûcdar kir, bêyî ku tiştek wiha hebe jî. Em tenê van daneyên li jor mêzênin jî dewleta tirk kujerê herî mezin yên zarokan e. Bi avabûna dewleta tirk ve heta roja me dewlet li Kurdistanê zarok, jin û kal-pîran dikuje. Piştî avabûna netew-dewleta tirk polîtîkayên taybet li ser kurdan hatin meşandin. Ji ber ku dewleta dagirker hemû kurdan dijminê xwe dibîne, rê û rêçikên tunekirina kurdan armanca wê ya sereke ye. Ji ber vê yekê ye ku her tim kujerên xwe parastiye û xelatên mezin daye wan. Navên kujerên kurdan daye kolanên bajarên kurdan, dibistan li ser navên wan li Kurdistanê ava kirine. Lewma leşker û polîsên dewleta dagirker li Kurdistanê bi hêsanî dikarin bi wesayîtên xwe bidin ser zarokekî, kalepîrekî an jî bikevin malan zarokên di xew de bikujin. Di eslê xwe de armanc ne kuştina zarokan e ku dizanin bi kuştinê wê kurd xilas nebin. Armanc ew e ku zarokan çavtirsandî bikin da ku li ber dewletê serî bitewînin. Ew baş dizanin ku kuştina zarokan, kuştina azadiya hemû zarokan e. Ji ber vê divê em zarokên xwe û azadiya wan ji bin postal û lastîkên dagirkeran derînin. Ew jî bi helwesta rast, xurt û mezin pêkan e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê