7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azadiya fiziki ya Abdullah Ocalan mifteya azadiya jinan e

Bi avakirina pergala netewdewletbûnê tundiya li dijî jinan her çû zêde bû. Ev rewş di nav dewletên ku li ser bingeha olperestiyê hatine avakirin de bi awayeke xetertir pêk tê. Ji salekî zêdetir e jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî hişmendiya mêrperest li ber xwe didin.

Me hevpeyvîna xwe der barê rewşa jinan a di nav pergala rejîma Îranê, têkoşîna ku dimeşînin û bandora fikr û felsefeya Abdullah Ocalan a di nav civaka Îranê de bi civaknas û endama Partiya Sor a Norweçê Nîgar Înayetî re kir. 

Di nav hemû netewdewletan de tundî li jin û civakê tê kirin lê Îran di vê mijarê de xwedî cihek cuda ye. Li dijî tundiya dewletê jinan kîngê û çawa dest bi têkoşînê kir?

Di nav pergala Pehlewî (Îran) de têkoşîna jinan bi taybet jî têkoşîna jinên ermenî hin tabuyan şikandin. Cara yekemîn jineke ermenî di salên 1918-1920 derket ser dika şanoyê. Ev bi xwe di nav civaka Îranê de guherînek pêk anî. Di heman demê de jinên têkoşer ji bo mafê nivîsînê (ji bo bi navê xwe nivîs û nûçeyan belav bikin), hebûn û dengdayînê xebatan meşandin. Jinan bi navê Sedayê Zen (Dengê Jin) kovareke çap kirin û di wir de nêrînên xwe belav kirin. Lê mêrên olperest wê demê jî li dijî jinan derketin û xwestin dibistanên ku ji aliyê jinan ve hatine vekirin, bên girtin. Di nav pergala pehlewî de çîna serdest û ya bindest hatibû avakirin. Ew jinên ku endamên çîna serdestbûn li dijî mêran derketin û rêya dibistanan ji bo jinan vekirin. Lê neteweyên bindest ên wek kurd, beluc û azerî rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin. Bi taybet jî di dema Riza Şah de. Di serdema Mihemed Riza Pehlewî de ji bo hin mijaran rê li neteweyên cuda hat vekirin lê divê di tevlibûna xwe de ziman û çanda serdest bi kar bînin. Di vê serdemê de jin ji bo mafên xwe biparêzin pir hewl dan lê dîsa jî ji ber netewe, ol û zayenda xwe rastî tundiyê hatin.

Sedema pêk hatina Şoreşa 1978’an ali Îranê çi bû û di encamê de ji bo civakê çi bi xwe re anî? 

Sosyalîst, akademisyen û şoreşgerên neteweyên cuda bi hêviya ku karibin hebûna xwe di nav civakê de biparêzin piştgirî dan Şoreşa 1978’an. Jin  di vê şoreşê de xwedî rolekî pêşeng bûn. Piştî ku şoreş pêk hat mêrên olperest desthilatdarî kirin destê xwe û vê şoreşê ji gelan dizîn.

Bi destpêkirina rejîma îslamî Dadgehên Sehrayî hatin avakirin û gelek kes li vir hatin darizandin û darvekirin. Heta zarokek 10 salî ji bo çavtirsandina civakê bi biryara van dadgehan hat darvekirin. Pergala rejîma îslamî bingeha xwe li ser zayendperestiyê ava kir. Di her qanûnên ku derxistiye de jî vê hişmendiyê esas girtiye. Mînak qanûnên yekemîn li ser şêweya cil û bergên jinan hatin derxistin. Di nav pergala Îranê de her çiqas jin xwediyê hin mafan bin jî wek zayenda duyemîn tên dîtin. Du jin wek mêrekî tên hesibandin.

Niha li rojhilatê Kurdistan û Îranê rewşa jinan di aliyê bikaranîna mafên bingehîn de di çi astê de ye? 

Di her demêî de jinan li dijî newekheviya ku li wan tê ferzkirin li ber xwe daye. Rejîmê jî bi îşkence, girtin û darvekirinê hewl daye pêşî li wan bigire. Di nav rejîma îslamî de bi taybet jinên kurd hem têkoşîna xwe ya heyî domandin hem jî dest bi xebatên çekdarî kirin.

Rejîm çawa ku hewl dide bi rêbazên tundiyê li ser civakê hebûna xwe ava bike di heman demê de ji bo ku jin nikaribin bê mêr tevbigerin rêbazên cuda li pêş dixin. Ev rêbaz jî rê li ber kujerê ya mêran vedike. Bi taybet mêr bi hêza ku ji rejîmê girtine di bin namûsê de jinan dikujin. Bi taybet di nav bajarên farisan û çend bajarên kurdan de ev bûyer tên jiyîn. Ji bo kujerê jinan tenê du sal cezayê girtîgehê tê birîn û ev kes bi pereyeke pir kêm dikarin li derva serbest digerin. Di salên dawî de bûyerên bi vî rengê zêdetir bûne.

Di nav rejîma Îranê de derfetên jinan ên xwendin û xebatên hene?

Xwendina jinan a li Îranê serbest e lê jin bê destûra bav, bira yan jî mêrên xwe nedikare bixebite ne dikare di nav siyasetê de cih bigire ne jî dikare tena serê xwe derkeve rêwitiyê. Piştî ku rejîmê dît rêjeya xwendinê ya jinan zêde dide bi kotayên ku datîne zanîngehan hewl dide pêşî li jinan bigire.

Niha hemû Îran di nav qeyraneke aborî de ye. Li gor daneyên heyî ji sedî 11 nifûsa Îranê niha bêkar in.  Bi taybet li navendên ku neteweyên bindest dijîn de tu çavkaniyên debarê tunene. Tu xizmet ji bo van deran nayê dayîn. Di demên nêz de di nav kurdan de rêjeya kolberiyê gelek zêde ye. Her wiha pergal hatiye wê astê ku bi zanebûn di nav civakê de madeyên hişbir belav dike û hewl dide bi vê rêbazê civakê ji hêza wê dûr bixe.

Sedema sereke ya Şoreşa Jin Jiyan Azadî ku bi kuştina Jîna Emînî dest pê kir çi bû?

Girêdayê hemû pirsgirêkên wek olperestî, zayendperestî, qeyrana aborî û qeyrana civakî ev şoreşa heyî pêş ket. Di van salên dawî de çend serhildanên mezin pêk hatin. Di sala 2019’an de li dijî bihayê benzîn û jiyanê serhildanek hebû. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî di aliyek de berdewamiya vê serhildanê bû. Kuştina Jîna Emînî ji bo gel xala dawî sebra wan bû. Civak li dijî vê kuştinê bi dengekî hevpar got em êdî vê pergalê qebûl nakin. Jin jî di vê serhildanê de wek kesên ku herî zêde tên pelçiqadin bi awayekî pir aktîf tev li bûn. Ev serhildan bi pêşengiya jinên kurd xurt bû.

Di vê serhildanê de rola fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çi astê de bû?

Partiyên klasîk ên kurd di salên 1995 û 1996’an vir ve çalakiyên xwe yên çekdarî yê li dijî Komara Îranê dan sekinandin. Ev biryar bi xwe re valahiyek da afirandin.  Piştî ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi fikr û felsefeya Rêber Apo hat avakirin ew valahiya li rojhilatê Kurdistan veguherî hêviyeke mezin. Gel bi vê fikrê dîsa xwe bi rêxistin kir. Her wiha Şoreşa Rojava bandoreke pir mezin li neteweya kurd kir. Gelê Rojhilat xwe di azadbûna Kobanê ya ku bi pêşengiya jinên kurd pêk hat de dît. Rojhilatî xwe bi vê mînakê ji nû ve bi rêxistin kirin.

Şoreşa Jîna Emînî bi mînakgirtina Şoreşa Rojava û rêbertiya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jin, azadî û wekheviyê xebatek da pêşiya xwe. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ji ber ku azadiya hemû jinan hedef dike jinên faris, ereb, belûc û neteweyên din jî xwe di nav vê dirûşmê de dîtin û piştgirî dan vê serhildanê. Bi berzkirina vê dirûşmê her jinên ku dengê me bihîstin xwe wek parçeyek vê dirûşmê dîtin.

Rêber Apo bêguman ji ber paradîgma û teoriyên xwe yên ku bi awayekî zanistî ji bo hemû jin û gelên bindest pêşkeş kiriye hem ji bo Rojhilata Navîn hem ji bo hemû gelên bindest aktorekî girîng e. Ji ber vê yekê em azadiya fizîkî ya Rêber Apo wek azadiya jin û neteweyên bindest pênase dikin. Wer wiha em kesayetiya Rêber Apo wek îradeya gelê kurd îradeya jinan pênase dikin. Ji bo me azadiya wî ya fîzîkî wek mifteya azadiya jin, civak û neteweyan e.

Serhildana ku pêk hat bandoreke çawa li jin û civakê kir?

Dirûşma Kar Nan Azadî ya ku li Fransayê pêş ket çawa ji bo hemû çîna bindest bû hêvî îro dirûşma Jin Jiyan Azadî jî ji bo hemû jinên ku di nav pergalên baviksalar de rastî tundî,taciz, tecawiz û tunehesibanê tên re dibe bingeha hêviyê.

Dirûşma Jin Jiyan Azadî bi hemû civakê da qebûlkirin ku heta jin azad nebe civak nikare azad bibe. Em di dîrokê de jî dibînin gelek şoreşên ku pêk hatine hene lê tu şoreşên ku pêk hatine nikaribûne jinan azad bikin. Şoreşa ku jinan azad nekiriye nikaribûye civakê jî azad bike. Sedema vê yekê êdî ji aliyê gelek kesan ve tê qebûlkirin ji ber vê yekê ye ku xwedîderketina li azadiya jinan her ku diçe xurttir dibe.

Jin bi pêşengiya kê û bi kîjan rêbazê li ber xwe didin?

Di demên dawî de bi pêşengiya Rêber Apo û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re fikra pêşî azadkirina jinan di nav gel de belav bû. Ev îdeolojiya Rêber Apo ji ber ku azadiya jinan dike bingeha azadiya civakê di nav pergalên heyî de bêmînak e. Pergala hişmediya mêrperest li hemberî têkoşîna ku li ser bigeha felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin mehkûmê têkçûnê ye.

Bêguman dîroka têkoşîna jinan xwedî tecrûbeyên 45 salan e. Li bakurê Kurdistanê têkoşîna Sakîne Cansiz û hevalên ku li çiyayên azad ên Kurdistanê ji bo avakirina pergalekî nû didin meşandin têkoşîneke giranbuha ye. Jinên rojhilatê Kurdistanê jî ev têkoşîna ku tê dayîn û ew tabûyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatin şikandin hêz digirin. Lê di gelek aliyan de hê kêmasî hene. Jin hê li rojhilatê Kurdistanê wek ku tê xwestin xwe di aliyê civakî de birêxistin nekirine. Hê ji gelek mijaran re bersiv nehatiye dayîn. Dema ev pêk bên dê têkoşîn bi tehlîl û analîzên siyasî hê xurtir bibe.

Em dizanin ku  di nav civakê de rejîm êrîşên xwe yên herî hovene li ser civakê bi taybet jî li ser şoreşgeran jin pêk tîne. Zeynep Celaliyan li Îranê wek yekemîn girtiya siyasî li ber xwe dide her wiha bi mehane Werşe Mûradî ji aliyê rejîmê ve hatiye wendakirin. Dîsa Şîrîn Elemhûlî ku jineke têkoşer bû ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin. Ji bo çavtirsandina jinan ev bi salane bi rêbazên cuda jinên têkoşer tên cezakirin. Lê civak li dijî hemû tundiyan jî civak li Bakur, Başûr û Rojhilat xwedî li şoreşgerên xwe derdikevin.

Di çerçoveya 25’ê mijdarê roja têkoşîna tundiya li dijî jinan tu dikarî rewşa Îranê çawa binirxînî?

Jinên rojhilatê Kurdistan bi salane di nav pergale Îranê de rastî tundiyeke dijwar tên. Ji aliyê yasayî de pêşî li pêşketina jinan hatiye girtin. Zarokên 9 salî bi awayeke yasayî dikarin werin zewicandin. Niha yasayeke nû hatiye derxistin. Heke dayik bimire zirbab dikare bi keça xwe re bizewice. Dîsa ji bo rê li pêşiya jinan bê girtin û hê di zarokatiyê de zext li ser wan bê avakirin di dibistanan de rastî êrîşên gazên kîmyewî tên.

Di şoreşa Jin Jiyan Azadî de kêmasiyek hebû ku yekitî di nav partiyên siyasî de nehat avakirin. Hin partî û kesên ku îradeya xwe wenda kirine û sempatîzanê vê rejîmê ne hewl dan Şoreşa Jin Jiyan Azadî ber bi xwe ve bikşînin û bitepisînin. Bi vê hewldanê dixwestin dîsa di nav gel de serwer bibin û ew dengê civakê yê ku azadiyê dixwaze ji holê rabikin. Em dikarin bibêjin pir kêm be jî ev partî û kesayet bandoreke neyînî li şoreşê dan lê nikaribûn bi ser bikevin. Di encama têkoşîna ku bi salane bi berdêlên giranbûha tê dayîn gelê Rojhilat bi hebûna xwe hesiyaye û xwe pêş xistiye.

Di demên dawî de her çiqas çalakiyên Jin Jiyan Azadî kêm bûbûn jî êdî civak bi rastiyê hisiyaye. Tê zanîn ku heta civak wekhevî û azadiyê bi dest nexe dê nesekine. Ev potansiyel bi civakê re heye lê divê şoreşgerên pêşeng karibin vê potansiyelê bi rêxistin bikin da ku civak karibe bi ser bikeve.

Nîgar Înayetî kî ye?

Nîgar Înayetî di sala 1987’an de li Bokanê ji dayik bû. Di zarokatiya xwe de ji ber sedemên siyasî bi malbata xwe re koçî Ewropayê kir û li Norwecê bi cih bû. Di beşa Xizmetên Civakî de master kir û di beşa Kar û Refaha Civakî de jî asta pisporiyê qedand. Nîgar Înayetî du serdeman wek endama Şaredariya Osloyê hat hilbijartin. Niha di Wezareta Kar û Entegrasyonê ya Jobs Specialist de wek pispor kar dike.