6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bidestxistina Rojevê

Rojev azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê ye. Rojev azadberdana hemû dîlên azadiyê ye. Binêre 200 dîlên Israîlê di dest Hamasê de hene, Israîl ji bo wan azad bike qiyametê radike, li Xezayê kevir li ser kevir nehişt.

Şerê di navbera Israîl û Hemasê de, rê li ber rojevên heyî û yên girîng girt. Îro hema hema di hemû çapemeniyan de li ser vî şerî nûçe tên çêkirin, şîrove tên kirin û dîplomasî tê birêvebirin. Mixabin pirsgirêka kurdan jî di bin siya vê de ket nav bêdengiyekê. Kurd di zindanê de ne, kurd tên kuştin û sirgonkirin, kurd bê maf dimînin, niha ne di rojeva cîhanê de ye. Hebe, nebe Israîl û Hamas tê gengeşekirin.

Gelo dewletên serdest vê yekê bi zanebûn dikin an ji xwe herikîna rojevê bi vî awayî ye? Li Kurdistan û Tirkiyê bi dehhezaran Kurd daketin qadan û qaşo di bin navê Filistînê de li Hamasê xwedî derketin. Ger serdestan destûr nedaba û piştgirî nekiriba, hûn bawer dikin, ku ewqas Kurd daketiban qadan û biqêriyan? Gava Kurd ji bo mafên xwe yên ziman, çand, azadî û xweseriyê dadikevin qadan, polîs û leşker dibin sayên har û êrîşî wan dikin, lê çima êrîşî kesên ji bo Hamasê dadikevin qadan nakin? Wê demê ev xwepêşandan û piştgirî bi destê serdestan tên birêvebirin an geşkirin.

Bêguman daketina qadan a Kurdan ji bo Hemasê ti xisar û xerabiyê nade hebûna dewleta tirk û hikûmeta Erdoganî. Ji bo wê ew dikarin bi rojan li qadan bin, biqêrin û li hev bicivin.

Lêbelê gava qala azadiya Kurdan, rizgariya Kurdistanê, azadberdana girtiyan, rakirina dagirkeriya li Rojava û Başûr were kirin, wê demê sayê har diranên xwe qîç dike û êrîşî ser kurdan dike.

Ji vê yekê jî diyar e, ku serdest û desthilatan derketina aloziya di navbera Israîl û Hamasê de ji xwe re kirin mahne, ku pirsgirêkên din ên bingehîn bi raya giştî bidin jibîrkirin û berê herkesî bidin ser pirsgirêka ne ya wan.

Bêguman aloziya di navbera Israîl û Hamasê de, ne pirsgirêka di navbera Israîl û gelê Filistînê de ye. Rewşa gelê Filistînê îro pir û pir ji rewşa gelê Kurd çêtir e. Qe ne hebûna gelê Filistîn û zimanê gel nayê înkarkirin. Têkoşîna wan ji bo dewletbûnê ye, lê ya kurdan ne hebûn tê pejirandin, ne ziman, ne çand, ne nasname … ji miriyan mirîtir e.

Ji bo wê Kurd divê bi lez û bez rojevê bigirin dest xwe û vê lîstika desthilat û serdestan pûç bikin. Bi taybetî di qada dîplomasî û çapemeniyê de pêwîstî bi zindîbûnekê heye. Divê mirov bi wêrekî bibêje, rast e, di navbera Israîl û Hamasê de aloziyek heye, lê belê ev yek ji pirsgirêka kurdan ne dijwartir e. Îroj miletekî bi navê Kurd tê înkarkirin, li ber çavên cîhanê kêlî bi kêlî tê hilandin û kuştin û girtin û tinekirin… Çi pirsgirêka cîhanî nikare bikeve pêşiya vê êş û jana sedsalan. Heta ev bêmafiya li ser Kurdan ji holê neyê rakirin, ne şerê navbera Israîl û Hamasê, şerê cîhanî jî derkeve, divê nikaribe rojeva rastîn biguhere. Lê mixabin gelek Kurd bi refên xwe re neafirin. Divê mirov wan vexwîne nava refên rastîn. Divê mirov bibêje, Kurdo, hebûna te nayê qebûlkirin, tu bê ziman, bê nasname, bê çand, bê gor î. Li xwe xwedî derkeve. Xwe nexe xewa mirinê. Zikê mirov bi xwarina li ser sifreya dijminan têr nabe. Li axa xwe xwedî derkeve, welatê te bihuşt e, bi pey welat û bihuştên sexte nekeve. Bihuşta ku di hemû olan de tê qalêkirin, Kurdistan e, ji bilî Kurdistanê ti bihuşt ne li vê jiyan û cîhanê, ne jî li jiyanek û cîhaneke din tine ye. Ev ne propaganda ye, rastî ye. Here navsera çiyayên wek Gabar, Çirav, Mawa, Omeryan binêre, tê vê rastiyê bi çavên xwe bibînî. Bi hezarên salan mirovên li ser vê xakê jiyan di her çar demsalên salê de, hemû pêdiviya xwe ji xwê bigir heta şekir, ji cilûbergan bigir heta xwarin û vexwarinê, bê ku hewceyî ciyekî din bibin ji vê axê bidest dixistin. Lê menêre, ku îroj neyar ev der li te kirine dojeh, ger tu lê xwedî derkevî û bi dest bixî, ew bihuşta herî rastîn, xweş û geş e. Ji bilî vê cîhanê cîhaneke din, ji bilî vê jiyanê jiyaneke din û ji bilî bihuşta bi navê Kurdistan bihuşteke din ji te re tine ye. Kengî te welatê xwe rizgar kir û bi dilxweşî û aramî tê de rûniştî, bihişta te ew e.

Ji bo wê, divê mirov bi ber pêlên ava serdest û desthilatan nekeve û xwe ji rastiya xwe û rojeva xwe dûr nexe. Rojev azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê ye. Rojev azadberdana hemû dîlên azadiyê ye. Binêre 200 dîlên Israîlê di dest Hamasê de hene, Israîl ji bo wan azad bike qiyametê radike, li Xezayê kevir li ser kevir nehişt. Ê Kurdan, em jimara dîlên xwe yên di dest dewleta tirk de, di dest xwînmijên desthilatên Îranî de ji xwe nizanin. Hezar, deh hezar, sed hezar, zêdetir, kêmtir? Em çima ji bo dîlên xwe ewqasî bê xem tevdigerin. Wek Israîlê, balefirên me, bombeyên me tine ne, lê, ma qey ling û destên me û awaza me jî tine ye, ku zor bidin neyaran û dîlên xwe azad bikin?

Bi kinayî gelek tiştên divê em Kurd bikin hene. Ya herî girîng jî bidestxistina rojevê ye. Divê em rê nedin desthilat, neyar û serdest pirsgirêka me, bi me bidin jibîrkirin û berê me bidin jiyan û bihuştên sixte, dîsa dibêjim, ji bilî Kurdistanê ti bihuşt nîn in.