spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kuştina jinan kuştina civakê ye

Her qonaxek ji bo karên jinan, temsîla pêngavek nû dike. Di vê wateyê de têkoşîna jinan a li hember hişmendiya desthilatdariya dewletê, xwe dispêre çîrokek dûr a heyama xwedawendiyê ye

Rêya têkoşîna jinan, ber bi jêr, ber bi jor, dirêj e, bêrawest e, berdewam e. Çîna serdest a zayendperest kuştina jinan wek bûyerek ji rêzê temaşe dike, mafê jiyanê, nasnameya  jinan, binpê dike. Diyardeya tundiyê xwe digihîne 5 hezar sal berê.

Her qonaxek ji bo karên jinan, temsîla pêngavek nû dike. Di vê wateyê de têkoşîna jinan a li hember hişmendiya desthilatdariya dewletê, xwe dispêre çîrokek dûr a heyama xwedawendiyê ye. Li gorî lêkolînan, temenê nerazîbûna jinan a li dijî newekhevî, bêedaletiya serdestiya mêran, ji dîroka 5 hezar sal berê ve dest pê dike. Ji vê serdemê û şûnve ku jin temsîla nîve civakê ye, ji bo ku ji gelek mafên jiyanê yên siyasî, çandî, civakî û aborî bêpar ma; bi hezar caran li hemberî nehekî-koletiyê serî hilda…

Di dîroka statûko-kevne-perest a saziya ku bi navê ‘dewletê’ bi danîna sînoran ên ji bendên nalet e, civak bû neyarê hev! Destdirêjiya dewletê ku fermanek e, emrê desthilatdariyê, qaşo politîkayên xwe bi  ser vî navî bi rêk û pêk dike…

Jin, bi hêrsa hesapirsîna dîroka koledariyê, bi hevgirtina têkoşînê dîroka azadiyê, ji nû ve dinivîsin. Vayê ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan, roja hevgirtin, mezinkirina hevgirtina jinên cîhanê re, çend roj mane! Bi hatina vê rojê ya 25’ê mijdarê re wê sazî û dezgehên jinan li çar hêlên cîhanê, li gelek navendan ji bo maf, edalet û azadiyê li gel daxwazên xwe bibin yek. Jin, weke her sal, wê îsal jî çalakiyên cihê-rengîn li dar bixînin. Bi boneya 25’ê Mijdarê ku roja hesap xwestina ji kujer û tecawîzkaran e, jin ji bo pêşwazîkirina vê roja têkoşînê di nava amadekariyande ne.  Jin bi daketina qadan, wê ji kujeran hesab bipirsin. Qîrêna jinan dê ji her demê zêdetir, deng vede. Daxwaza azadiyê, li kuçe û kolanên dinyayê deng bide…

Li gorî saziyên jinan, daneyên tundîûtûjiyê her sal zêde dibin; her wiha sal bi sal di daneyên zewacê yên hevberdana jin û mêran de li seranserî cîhanê, zêdebûn heye! Ji ber zêdebûna curêyên tundiyê ya nava malbatê de, tenê jin zirarê nabîne, her wiha zarok jî pê tesîr dibe, li gel zirarên derûnî, giyanî, zarok ji heyîna malbatbûyanî-qût dibe.

Berê jî tundîûtûjiya li dijî jinan zêde bû, lê ji ber ne hişyarbûyîna xelkê û qedexeya sansurê ya li ser ragihandinê, di rûpelên çapemeniyê de, cih nedidan nûçeyên ser jinan. Tundîûtûjiya li ser jin û zarokan, di rûpelên çapemeniyê de li gorî girîngiya mijarê cih jê re nehat veqetandin. Girîngî bi nûçeyên derheqê jinan de nayê dayîn. Îro kêm be jî, bi parvekirinên ser qenalên medya dijîtal re herkes dizane bê çi diqewimin.

Di pergala sermayedar a kapîtalîst de, nêzîkatiyên egoist ên “nêr-madî” nefes li jinan çikandiye. Bergeh li jinan, bûye dojeh. Tê zanîn ku rewşa jinan a di civakê de nebaş e! Di sîstema heyî de qada jiyanê ya bi ewle, ji jin û zarokan re nehiştine. Jin, ‘mal û milkê’ mêr e, di malbatê de gotina ewil û biryara dawiyê divê ya mêran be… Îca zêdebûna tundîûtûjiya derûnî, fîzîkî, aborî ya zilam/dewletê ya li ser jinan ne bes e, niha jî xizanî-feqîriyê bi gewriya jinan hişk girtiye…

Jin êdî, nema dizane ku bi hewara kê ve bibeze! Êdî nema dizane çi bike? Li gorî hişmendiya zilam mezinkirina zarokê, ew bitenê karê jinan e; der barê kar û xebatên malê de jî, bi heman hişmendiyê nêzîk dibe. Çi dibe bila bibe, karê malê tenê dê jin bike. Lê tu carî negotiye ku dê mêr çi bike? Mêr, ‘weke ku bi cezbê’ ketibe. Tevî ew çend eziyet, zehmetiyê jî, tehbandina jinan  weke ked nayê dîtin! Kedxwarî ku yek ji cureyên mêtingeriya herî mezin a li ked û nirxên jinan a herî kevn e. Êdî wisa bûye ku jin, xwe li tu devera cîhanê, di ewlebûne de hîs neka. Di bin sîwana pergala kapîtalist-sermayedar de devereke ku ji bo jinan bi ewle mabe nehiştine! Li dinyayê tu devara ku lê tundî, jin-kujî, tacîz, tecawiz, kedxwarî lê pêk neyê nemaye. Ma bi berhevkirina daneyan ên tundîûtûjiyê, dawî li kuştina jinan tê? Divê kuştina jinan weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û kujer neyên parastin. Kuştina her jinekê bi plan e; ew ne hêrshatineke hestiyare…

Li her derê dinyayê neyarê jinan yek e, divê kuştin, tene weke kuştina fîzîkî ya jinekê neyê fêmkirin; kuştina her jinekê, kuştina civakê ye! Zarokên sêwî li ber dîwaran e, ji hev belavbûna malbatê ye.

Li cîhanê her siyaset dixwaze li gorî xwe teşe bide jinan, her desthilatdarî li ser destkeftiyên jinan lîstikeke dilîze. Ji ber wê çendê jî divê em jî bi hêza rêxistinkirin û erka çalakiyê rabin ku di bin vê pêla bahoza kuştinan de nemînin. Veguhestin, hêza pêkanîna pratîkê. Bi vê boneyê, ji peywîra hemû jinan e ku têkoşîna guhertin û veguhertina mêr, di serî de ji malbata xwe destpê bike. Pêwîst nake ku jin, xwe deyndarê vê pergalê bibîne, divê li dijî pergala kedxwariyê, li alternatîfan bigere. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ev statûya ku jê re hatiye dayîn qebûl neke, li hemberî vê pergalê xwedî helwest û çalak be…

Ji niha û pê de êdî wê tu hêzek nikaribe pêşî li pêşketina têkoşîna tevgera jinên kurd bigire ku “senteza” hemû şoreşan e. Wê hêza tu pergalê nikaribe ku têkoşîna jinan a azadiyê tune bike. Jina azad, bi têkoşînê hêz e. Meşa azadiyê ya jinên kurd, pîroz e, ji bo azadiya hemû jinên cihanê, DIYARIye-ke. Her hebe jin, jiyan, azadî!  Bimre tundî, KOLEDARÎ…