8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê CPT û TBMM’ê ji bo girtiyan bikevin nava liv û tevgerê’

MED-TUHAD FED û OHD têkildarî neberdana girtiyan de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê  kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Federasyona Komelên Huqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED-TUHAD FED) û Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê a Amedê (OHD) têkildarî neberdana girtiyan dê li avahiya MED TUHAD-FED’ê ya navçeya Yenîşehîrê a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endamê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û platforma Ked û Demokrasiyê amade bûn. Sekleterê komîsyona şaxê OHD’ê a Amedê Zekî Bînbîr daxuyanî xwend.

Bînbîr diyar kir ku di encama serlêdanên ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Amedê OHD û MED TUHAD-FED’ê hatin kirin de hevdîtinên bi girtiyan re û agahiyên ji parêzerên girtiyan hatin girtin. Bînbîr got ku li Amed, Dîlok, Elezîz, Erzingan û Erziromê ji 13 girtîgehan der barê 5 girtiyên ku bi hinceta cezayên dîsîplînê înfaza wan hatin şewitandin û 28 girtiyên ku mafê wan ê berdanê heye lê berdana wan hat talokirin de raporek hat amadekirin.

Bînbîr da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê, tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan, Birêz Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar li ser hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên din didome û wiha got: “Tevî hemû serlêdanên parêzerên girtiyan û malbatên wan jî 4 sal û 8 meh û 21 roj hevdîtina malbatê; 4 sal û 3 meh û 17 roj e hevdîtinê bi parêzeran re tê astenkirin. Ev 2 sal û 8 meh in rewşa nebûna mutleq a ragihandinê didome.”

Pirsên derhiqûqî

Di berdewamiya axaftinê xwe de Bînbîr, bi lêv kir ku wan di rapora xwe de bi berfirehî diyar kirine ku di lijneyên rêveberî û çavdêriyê de ji girtiyan pirsên weke: ‘Hûn poşman in?’ ‘Piştî serbestberdanê hûn ê beşdarî xebatên rêxistinî bibin?’ ‘Çima hûn neçûn qawîşên bêalî ?’ ‘Tu avahiya ku tu tê de yî wekî rêxistina terorê dibînî?’ ‘Tu PKK’ê çawa dibînî?’ ‘Dema ku tu derkevî derve  tê çi bikî?’ ‘Di malbata dosyaya kesî ya endamtiya PKK’ê heye?’ ‘Tu di der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?’ ‘Têkiliya te bi malbata te re çawa ye?’Gelo hûn ê dîsa heman sûcê bikin?’ û hwd.  pirs kirine û wiha domand: “Di heman demê bi hinceta gotinên wekî “Birêz Ocalan”, “Di nava gelên erdnîgariya Osmanî de ji şer herî zêde bandoreke neyînî li kurd û Kurdistanê dike” û hwd. cezayê hucreyên yekkesî li girtiyan dibirin. Ji ber vê yekê jî înfaza wan tên şewitandin. Zagona ku divê girtîgeh li ser esasê xwe bin, Qanûna Înfazê û Cezayê ye jî heyeta çavdêriyê di biryara xwe de behsa Qanûna Medenî dike û nîşan dide ku biryarên hatine girtin nehiqûqî ne.”

Biryarên dijhiqûqî

Bînbîr anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan rayeyên ku bi rêziknameya nû ji wan re hatiye dayîn bi kar tînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di rêziknameyê de diyarkirina têgîna ‘rewşa baş’ a der barê girtiyan de, ji ber ku ji aliyê lijneyan ve bi nirxandina keyfî û pîvanên subjektîf ve girêdayî ye. Li dijî prensîbên teqezbûn û pêşbîniya Destûra Bingehîn e. Bi vê rêziknameyê, Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bûne organên biryardanê. Di rewşên ku tenê meqamên darazê dikarin der barê girtiyan de biryarê bidin, ji rayeyên meqamên darazê derbas dibin. Divê demildest dev ji vê pêkanînê berdin. Divê nirxandinê bêcudahî bên kirin. Girtiyên ku ji ber nêzîkatî û biryarên dijhiqûqî yên Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê mafê wan ê azadkirina wan tê astengkirin, divê demildest bên berdan. Em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê dikin ku li dijî binpêkirinên mafan girtiyan tê kirin bikevin nava liv û tevgerê.”