6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin çavan de ne dest bi greva birçîbûnê kirin

ESP’ê û SDGF’ê têkildarî endam û rêveberên partiya xwe ên ku hatine binçavkirin helwest nîşanî desthilatê da  û diyar kirin ku endamên wan dibin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) yên têkildarî  binçavkirinên endam û rêveberên partiya xwe li navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveber û Endamên ESP’ê û Hevserokên HEDEP, Pinar Sakik Tekîn, Abbas Şahîn û rêveberên endamên sazî û dezgehên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Dê binçavkirin nikaribin me çavtirsandî bikin” daliqandin. Hevseroka HEDEP’ê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku dê li her derê qadê ji bo azadiya jinê têbikoşin û got: “Em êrîş û zextên li ser gelê kurd tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Îro jin dengê civakê ye û siyaseta tirsandinê di xwê de ye. Em li her derên qadê soza têkçûna faşîzmê didin.”

Em ê di aştiyê de bi israr bin

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî destnîşan kir ku ew li dijî van kiryarên pergalê ne, hemû binçavkirin şermezar kir û got: “Desthilatdarî herdem ji ber ku jin pêşengtiyê dike dixwaze hewldanên jinê yên azadî û aştiyê rawestîne. Bi sedan nivîskar, siyasetmedar ji ber fikr û ranamên xwe di girtîgehê de ne. Emê  di aştiyê de bi israr bin. Heta ku em faşîzmê têk bibin. Divê pergal dev ji vê helwesta xwe berde. Di vê rewşê de pedivî bi aştî û azadiyê heye. Mafê herkesî heye ku li ser axa xwe bi çand û azadiya xwe bijîn. Ew ê berxwedana me her tim bidome.”

Zextên komployê

Piştre jî Hevserokê Giştî yê  ESP’ê Şahîn Tumuklu bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllaha Ocalan û wiha axivî:  “Herî dawî li hemberî kesên ku li dijî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan xwestine bimeşin, polîtîkayên tirsandinê yên bi binçavkirin û zextan dan meşandin. Dema em li êrîşên ku li dijî kesên li ber xwe didin dinêrin, em dibînin ku têkoşîna me bi encam bûye. Rêxistinkirina tevgera azadiya kurdan weke erka xwe dibînin. Ev zext û komployên wan wê nikaribin me bitirsînin. Heta pirsgirêka kurd li vî welatî bi wekhevî û azadiyê çareser bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”