18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya xweser encama 3 êrîşên duh ên dewleta tirk aşkera kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrîşên dewleta tirk ên li dijî kantona Qamişloyê de, 2 welatî şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûne.

Duh balafirên bêmirov û biçek ên dewleta tirk 3 caran êrîşî kantona Qamişloyê kirin. Êrîşa yekemîn li dijî navendeke xizmetguzariyê ya li bajarokê Rimêlanê bû. Piştî nîvro jî, li nêzî gundê Şork ê li ser rêya di navbera navenda Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî bajarokê Til Merûf 2 erebe hatin hedefgirtin.

Rêveberiya Xweser  îro bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku di wan êrîşan de  2 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Dewleta tirk roja duşemê jî gundê Ewn Dadat ê bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran topbaran kiribû. Di encamê de 7 sivîl birîndar bûbûn.