6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema felsefeya jiyana azad e

Siyasetmedar Feleknaz Uca anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hem li Kurdistanê û hem li gelek deverên cîhanê hamleya azadiya fizîkî hatiye destpêkirin û wiha got: “Ev pêngav dê azadiya Ocalan mîsoger bike."

Siyasetmedara kurd Feleknaz Uca der barê kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kû di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir û li gelek navendên Ewropa û Kurdistanê belav bû nirxandin kir.

Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanya hat destpêkirin. Dîsa di 3-5’ê mijdarê de Yekitiya Ciwanên Cîhanê, li Parîsê konferans pêk anîn û biryara têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. Siyasetmedara kurd Feleknaz Uca têkildarî kampanyaya ji bo azadiya  Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Siyasetmedar Feleknaz Uca anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hem li Kurdistanê û hem li gelek deverên cîhanê hamleya azadiya fizîkî hatiye destpêkirin û wiha got: “Gelek caran gelê kurd helwest û xeta xwe ya siyasî ya ji bo piştgiriyê bidin Rêber Ocalan diyar kiribûn. Herî dawî dostê kurdan li Brîtanya sendîkayên herî mezin ên Îtalyayê hamleya azadiya fizîkî dan destpêkirin. Destnîşan kirin ku ne tenê gelê kurd, hemû kesên fikra birêz Ocalan diparêzin azadiya Ocalan xwest. Ev gelek girîng e. Ev hamleya hatiye destpêkirin a dostê kurdan e. Rewşenbîr, akademîsyen û hemû kesên bi fikrên Birêz Ocalan xwe xwedî dikin, ev hamle dan destpêkirin. Ev hamle ne tenê li 74 welatan, li zêdetirî 74 welatan belav bû. Vê hamleyê xwe li çar aliyê cîhanê belav kir. Kesên ku me qet navê wan nebihîstibûn ji bo azadiya Brêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd xwe tev li hamleyê kirin. Dê ev pêngav bi xebat û çalakiyên cur be cur bidome. Wê mezintir bibe. Ev fikra hamleyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di asta herî bilind bi qîmet e. Êdî ne tenê gelê kurd kesên enternasyonal ên fikrên Birêz Ocalan nas kirine jî vê fikrê diparêzin. Ev fikriyat ne tenê ya kurdan e, xeta Neteweya Demokratîk êdî di asta navneteweyî de tê qebûlkirin. Di pêşengiya dostên kurdan de hatiye destpêkirin û dê mezintir bibe. Li çar parçeyên Kurdistanê jî dê xwedîderketineke mezin pêş bikeve.”

Birêz Ocalan dîl hatiye girtin

Feleknaz Uca, destnîşan kir ku tecrîda li li îmraliyê ne ji rêzê ye û wiha berdewam kir: “25 sal in, Birêz Ocalan dîl hatiye girtin. Bi taybet welatên ewropa yên di nava komployê de cih girtin, di kûrkirina tecridê rolek mezin dilîzin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîd bi hevve girêdayî ye. Tecrîd çiqas kûr dibe, dijminantî li dijî destkeftiyên kurdan jî zêde dibe. Di salên 2013-2015’an de rola Birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de hat dîtin. Hemû qada navdewletî rol û rista Birêz Ocalan dît. Di hevdîtina xwe ya herî dawî de got ‘Dewlet gavan bavêje ez dikarin di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim.’ Li dijî vê yekê dewleta tirk siyaseta binçavkirin, girtin û êrîşên li ser gelê kurd zêde kir. Em îro dîsa dibînin ku siyaseta şer pêş dixe. Tecrîda giran pêş dixe. 3 sal in agahî qet ji birêz Ocalan nayê girtin. Ligel Konseya Ewropa jî, dîsa CPT rapora hevdîtina xwe ya dawî hêj parve nekiriye. Tam di vê pêvajoyê de wekîlên ku di nava Konseya Ewropa de cih digirin, xwe tev li vê hamleyê kirin. Ev helwesta wan gelek girîng e. Tam di vê pêvajoyê de pêwiste tecrîd bê şikandin.”

Ev pêngav dê azadiya Birêz Ocalan mîsoger bike

Uca da zanîn ku îro qeyrana li Tirkiyeyê pêş dikeve bi tecrîdê ve jî girêdayî ye û wiha got: “Qeyrana siyasî, aborî û hiqûqî tev bi tecrîdê ve girêdayî ye. Îro hemû aboriya vî welatî li şer tê xerçkirin. Aborî ji bo xizmeta  jin, ciwan tenduristî û xwezayê nayê xerçkirin. Welatên ewropa yên ku dixwazin tecrîd bidome, dixwazin bazirganiya çekan pêş bixin. Lê di nava parlamentoya wan de akademisyen, rewşenbir û parlamenterên wan jî li dijî biryara tecrîdê ne. Li parlamentoyê dijberiya xwe ya li dijî tecrîdê anîn ziman. Heta di nava hamleyê de jî cih girtin. Em dibînin ku hem di nava parlamento de û hem jî din ava welatan de dengê cuda hene û divê ev dengê cuda bên guhdarkirin. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ev hamle dê bibe sedema şikandina tecrîda li Îmraliyê. Ev xwedîderketina vê serdemê dê bibe sedem ku hamle mezin bibe. Heta dê azadiya  birêz Ocalan mîsoger bike.”

Fikra neteweya demokratîk di civaka Ewropa de pêş ketiye

Feleknas Uca bal kişand ser dîplomasiya kurd  û wiha axivî: “Dîplomasiya kurd 25 sal in li ewropa  didome. Ne tenê li ser xala siyasî, di qada civakî de jî dîplomasî pêş ketiye. Ji ber vê yekê fikriyata Birêz Ocalan a Neteweya Demokratîk di nava civaka Ewropa de jî pêş ketiye. Îro kesên enternasyonalîst, kesên ji fikr û baweriyên cuda vê xeta neteweya demokratîk diparêzin. Îro li Ewropaya ku naxwaze çareseriya pirsgirêka kurd pêş bikeve, têkoşînek mezin tê meşandin. Gelê kurd li vir sekna xwe diyar dike. Di vê pêvajoya ku tecrîd, neçareserkirina pirsgirêka kurd û zextên ku destkeftiyên kurdan dixe xeteriyê didomin de, di qata dîploasiyê de hewldan û têkoşîn tê meşandin. Dîplomasiya îro li Ewropa tê meşandin li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Birêz Ocalan di asta herî bilind de pêş dikeve. Bi vê hamleya dawî em dibînin ku dîplomasiya kurdan bi dost, rewşenbir, sendîkavan û derdorên cuda re hidûdê xwe pir fireh kiriye. Em dikarin bejin ev bes e. Pêwist e xebat mezintir bibe. Da ku saetek berî saetê tecrîd bê şikandin û azadiya birêz Ocalan mîsoger bibe.”

Xeta sêyemîn dê welatên Ewropa biguherîne

Uca, anî ziman ku di nava partiyên siyasî û welatên ewropa de qeyranek heye û wiha dirêj kir: “Çareseriya vê qeyranê paradigmaya Neteweya Demokratîk û xeta sêyemîn e. Lê welatên naxwaze qeyran çareser bibe, naxwaze paradigmaya xeta sêyemîn jî pêş bikeve. Naxwaze pergala wan a kapîtalîst hilweşe. Bi taybetî di pêvajoya korona de civak di nava lêgerînek nû de bû. Di vê lêgerinê de em dibînin ku xeta sêyemîn û paradigmaya neteweya demokratîk wekî çareseriyê dibînin. Wekî alternatifa siyasî dibînin. Civaka Ewropa li dora vê fikriyatê xwe bi rêxistin dikin. Îro li Amarîka Başûr, Efrîqa Başûr, Amarîkaya Latîn û gelek welatên din paradigmaya neteweya demokratîk pêş dixe. Welatên Amarîka Latîn ji têkoşîna jinên kurd hêzê digirin. Dixwazin vê hêzê di nava siyasetê de jî pêş bixin. Ji ber vê yekê xeta sêyemîn dê li dijî qeyranên li Ewropa û welatên din bibe xeta çareseriyê. Em dibînin xwedîderketina vê fikra xeta sêyemîn zêde dibe. Her kes xwe di nava vê fikriyatê de dibine. Xeta sêyemîn dê di nava dewletên ewropa de guhertinekê bi xwe re bîne.  Dê fikrên Ocalan li Ewropa xeta sêyemîn pêş bixe.”

Xwedîderketina li fikrên Birêz Ocalan zêde dibe

Uca herî dawî anî ziman ku li Ewropa, Rojhilata Navîn û cîhanê çiqas paradigmaya serokatî pêş dikeve, ew qas jî kesên bi fikrên wî ve tên girêdan zêde dibin û wiha axivî: “Kesên parêznameyên Serokatiyê û felsefeya hevjiyana azad dixwinin matmayî dibînin. Dibêjin ev fikr ji ya wan gelek pêşketîdir e. Divê em gelê kurd bêtir li vê paradîgmayê xwedî derkevin û pêş bixin. Ji ber ku îro bi taybet siyaseta AKP-MHP’ê bi siyaseta HUDAPAR’ê re renge baweriyan biguherînin. Dixwazin civakê li gorî xwe biguherînin. Divê civak bersîva vê yekê bide. Divê îro gelê kurd salên 1990’an bîne bîra xwe û destûr nede ku li bajarên wan xeta xwe pêş bixin.Bi taybet di salên dawî de dixwazin li bajarên Kurdistanê bi navê olî civakê dêxe kontrola xwe. Lê paradigma xeta sêyemîn di nava civakê de guhertinek demokratîk ava kiriye. Divê gelê kurd vê xeta sêyemîn bêtir xurttir û mezintir bike. Di vê pêvajoya hamleyê de wekî gelê kurd em dîkarin vê xet û fikrîyatê bêtir mezin bikin û bêtir bi rêxistin bikin. Em îro derfetên xwe bi tevahî têxin meriyete, em dikarin di demek kin de tecrîdê jî bişkînin û azadiya Birêz Ocalan jî mîsoger bikin. Divê em wekî gelê kurd di vê pêngavê de li ser esasê xeta sêyemîn sekn û helwesta xwe xurt nîşan bidin. Ev dem dema me ye. Ev dem dema fikriyata jiyana azad e.

Em ê tecrîdê bişkînin, em ê deriye girtîgehan vekin û em ê têkoşîna xwe mezinbir bikin.”