19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firotine û MARSU di çirava deynan de ye’

Dîwana Çavdêriya Darayî di rapora xwe ya der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de diyar kir ku qeyûm neguhêzbar firotine û tehsîsî emniyetê kiriye. Her wiha deynê MARSU gihiştiye milyarek û 960 milyon û 994 hezar lîreyan.

Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û Îdareya Av û Kanalîzasyonê (MARSU) ya girêdayî şaredariyê ya sala 2022’yan hate eşkerekirin. Di raporê de gelek karên ji hêla şaredarî û MARSU’yê ve bi awayeke derusûlî hatine kirin cih girtin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal di rapora Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de karên bêusûlî hatine kirin di bin 10 sernavên cuda de hatin berhevkirin. Di raporê de çendek derusûliyên di encama venêrînê de hatine tespîtkirin di bin sernavên “Neguhêzbar bêdem hatine tehsîskirin”, “Hukmên eleqeya xwe bi peymanê re nînin di Peymana Hevsengiya Civakî de hatine bicihkirin”, “Awans û kredî di dema xwe de nehatine dayîn” û “Tiştên yekser hatine temînkirin li Platforma Wergirtina Cemaweriyê ya Elektronîk nehatine qeydkirin” cih girt.

Texmînên wan pêk nehatin

Di raporê de hat destnîşankirin ku li şaredariyê li gel 189 memûr, 12 personelên bipeyman, 132 karkerên kadro û 3 jê demkî 336 personelan, her wiha di çarçoveya Biryarnameya OHAL’ê ya Hejmar 696’ê de hezar û 624 personel dixebitin. Hat gotin ku bi giştî hezar û 960 xebatkar li şaredariyê tên xebitandin. Di raporê de hat gotin ku şaredariyê ji bo tehsîsatê milyonek û 310 hezar TL texmîn kiribû lê di tehsîsata sala 2022’yan de ev texmîn kêm derketiye û li ser vê yekê ji bûdçeya navendî ji bo şaredariyê 952 milyon û 107 hezar û 763 TL’ên din hatine şandin. Hat gotin ku ji vê tehsîsatê 247 milyon û 909 hezar û 357 TL hatiye betalkirin.

Bi domdarî di raporê de hat gotin ku rêveberiya qeyûm ji sedî 65’ê texmîna dahata bûdçeya sala 2022’yan pêk aniye û sedema pêknehatina bendewariya ji dahatê jî weke “pandemî” hate nîşandan.

Neguhêzbar hat firotin

Dîwana Çavdêriya Darayî di rapora xwe de diyar kir ku dahatên sermayeyê yên şaredariyê ji texmînan zêdetir derketiye. Li gorî raporê, neguhêzbara aydê şaredariyê ya li Stenbolê ku di serdema qeyûmê berê Mûstafa Yaman de sê caran dane ber firotinê lê nehatibû firotin hatiye firotin û sedema zêdebûna dahata sermayeyê jî ev yek hate nîşandan.

Neguhêzbar tehsîsî emniyetê hate kirin

Bi domdarî di raporê de hat gotin ku neguhêzbarên aydê şaredariyê tehsîsî Midûriyeta Tenduristiyê ya Mêrdînê û Midûriyeta Emniyetê ya Dêrikê hatine kirin, dema tehsîskirinê nehatiye diyarkirin û nehatiye gotin bê ka ji bo çiqas wext hatine tehsîskirin. Şaredariyê jî di bersiva xwe de got ku neguhêzbarên tehsîsî Midûriyeta Tenduristiyê û Midûriyeta Emniyetê hatine kirin piştre hatine sererastkirin û ji bo 25 salan hatine tehsîskirin. Her wiha hat diyarkirin ku ev neguhêzbar demkî hatine tehsîskirin û herî zêde ji bo 25 salan e.

Avans û kredî ji pêdiviyê zêdetir hatiye bikaranîn

Di raporê de hat destnîşankirin ku di “Peymana Dayîna Tazmînata Hevsengiya Civakî” ya di navbera şaredarî û Bem-Bîr-Senê de tiştên dijqanûnî hene û bikaranîna awans û krediyan bi awayeke derusûlî hatine kirin. Di raporê de wiha hate gotin: “Deynê 2.778.364 TL awans û krediya ku diviya bû di sala 2022’yan de bihata dayîn hatiye dayîn lê di dema xwe de nehatiye dayîn. Diviya bû heqê zema derengmayînê bihata wergirtin lê ev yek nehatiye kirin. Tevî vê rewşê jî li ser navê heman kesan dîsa awans hatine dayîn, bi taybetî bikaranîna avansên di bin navê lêçûnên dadgehê de hatine dayîn pir kêm in û ji pêdiviya heyî pir zêdetir awans hatiye dayîn.”

Di lêkolînên ser hesab û kirariyên şaredariyê de hat tespîtkirin ku kirariyên temînkirina yekser û kirînê li ser EKAP’ê (Platforma Kirînê ya Cemaweriyê ya Elektronîk) nehatine qeydkirin û wiha hate gotin: “Divê tiştên bi rêya temînkirina yekser heta roja dehemîn a meha piştî kirînê li ser EKAP’ê bên qeydkirin.”

Stoka deynan rêjiya ji sedî 623 derbas kir

Di rapora têkildarî MARSU’yê de jî hat destnîşankirin ku MARSU ketiye çirava deynan. Hat gotin ku tevî hişyariya di sala 2021’an û sererastkirina qanûnî ya têkildarî lîmîta deyndarbûnê de jî MARSU’yê sînor derbas kiriye. Hat daxuyandin ku stoka deyndarbûnê ya MARSU’yê 271 milyon û 206 hezar û 469 TL ye lê ev rêjeye ji sedî 623 hatiye derbaskirin û derketiye milyarek û 960 milyon û 994 hezar û 614 lîreyan.

Di beşa têkildarî mijarê ya raporê de wiha hatiye gotin: “Deynê heyî 6 qet ji sînorê qanûnî yê deyndariyê zêdetir bûye. Ev deyn her sal zêdetir dibe. Ev yek xetereya ku rêveberî di demên pêş de nekare peywira xwe pêk bîne derdixîne holê. Divê rêveberî rewşa stoka deyn diyar bike, nekeve bin rêjeya sînorê qanûnî û deynên nû neke.”