18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Silêman Ehmed mehek e winda ye

Meheke agahî ji edîtorê servîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed nayê wergirtin. Ehmed ji aliyê PDK'ê ve mehek berê hatibû binçavkirin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 30 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya Rojnewsê de wek edîtor dixebite.

Rojnewsê tometbariyên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red û şermezar kir. Her wiha xwest ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê heta niha ti agahî li ser rewşa Silêman Ehmed nehatiye dayin.