2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê

Şanoya Bajêr a Amedê dê lîstika xwe ya bi navê “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” sê rojan li navçeyên Ataşehîr, Avcilar û Şîşliyê yên Stenbolê pêşkeşî şanohezan bike.

Tûrneya Stenbolê ya Şanoya Bajêr a Amedê ya lîstika bi navê “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” sibê dest pê dike. Lîstika ku ji hêla nivîskarê şanoyê Stefan Tsanev hate nivîsandin, ji aliyê nivîskar Dîlawer Zaraq ve wergerî kurdî hatiye kirin. Listîka ku derhêneriya wê Berfin Emektar dike û Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkûzû û Ozcan Ateş dilîzin, ji efsaneya Jeanne d’Arc derdikeve rê û qala bîrdoziyên serwer ên weke netewperestî û olê çawa hewl tê dayîn mirov bên dorpêçkirin tê kirin.

Lîstik wê ewilî di 24’ê mijdarê saet di 20.00’an de li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya Avcilarê bê lîstin, dû re di 25’ê Mijdarê de saet di 20.00’an de li Navenda Çandê ya Mûstafa Saffet a Ataşehîrê û di 26’ê Mijdarê de jî dê saet di 20.00’an de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bê lîstin.