3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber Parlamentoya Fransayê ‘Tecrîda li Îmraliyê’ hat şermezarkirin

Kurdistaniyan li pêşberî parlamentoya Fransayê li hev kom bûn û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) çalakî hate lidarxistin û ji bo işaret bi helwesta Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pankarta bi nivîsa “Min nedît, nebihîst, nizanim” hate daliqandin.

Her wiha pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” ya bi 23 zimanan hate daliqandin. Ji bo balê bikişîne ser Berxwedana Îmraliyê ya 24 salan li qadê 24 qefes hatin bicihkirin û li hundirê her qefesekê jî welatparêzek rûnişt. Çalakiyê 5 saetan dewam kir û bala parlamenter, xebatkarên parlamentê û şêniyên herêmê kişand. Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat li çalakiyê axivî û diyar kir ku yekane temînata aştiyê ya Rojhilata Navîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Şahîn Polat bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re û got, “Êdî kêr gihîştiye hestî. Birêz Ocalan hêviya aştî û azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest e. Dewlet ûs aziyên ku berpirsyariya xwe hene divê tavilê erka xwe pêk bînin û weke gava destpêkê jî dawî li tecrîdê bînin.”

Di daxuyaniya Komîteya Amadekar a çalakiyê de hate ragihandin ku çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin wê dewam bikin.

Çalakî bi dirûşmên “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.